Ebas Kiyarûstemî sala 1940’î li Tahranê ji dayîk bû,1970’yî dest bi karê sînemayê kiriye, ji 40’î zêdetir fîlmên wî hebûn. Her wiha senarîst û amadekarekî giring ê sînemayê bû. Piştî salên 1960’î Pêla Sînemaya Nû li Îranê dest pê dike ku ew jî yek ji wê pêlê ye. Kiyarustemî wênegirekî baş bû û di zanîngehê de jî beşa huner û wênegiriyê dixwîne. Lê ti caran xwe wek wênegir nedît. Di vê der barê de dibêje: “Ez wênegirekî baş bûm lê bûme derhêner.” Ji sala 1970’yî ve bi fîlmên kurt ji bo zarokan dest bi çêkirina fîlman dike. Ku berhemên wî yên herî bi nav û deng wê demê Nan û Kuçe, Tecrûbe û Musafir bû.
Keda Kiyarostamî ketiye nava sînemaya Kurdan
Herî dawî bi fîlma xwe yê “Tehma Gîlyazê” li Cannesê Xelata Palmiyeya Zêrîn (1997) wergirt. Yek ji fîlmên wî ku gelek hat ecibandin jî “Ba wê me bi xwe re bibe” ku derhênerê Kurd Behman Qubadî jî tê de lîst. Qubadî ji Kiyarostamî fêrî gelek tiştan bû ku mirov dikare bibêje keda Kiyarostamî ketiye nava sînemaya Kurdan.
Wî ligel Palmiyeya Zêrîn gelek xelatên din jî wergirtin ku li Venedîkê Xelata Şêrê Zêrîn (1999), li Yewnanistanê Xelata Zêrîn a Alexander, dîsa ji UNESCO’yê Madalyaya Zêrîn a Federico Filminin (1997) hin ji wan in.
‘Sadebûn û mezinbûna fîlmên wî’
Fîlmên wek ‘Mala hevalê min li kû ye?’,’Jiyan’, ‘Êdî ne tiştek’ û ‘Di bin dara zeytûnan de’, navê Kiyarustemî di cîhanê de zêdetir kir.
Rojnameya Guardian sala 2003’yan ew wek derhênerê ne Emerîkî yê cîhanê hilbijart û rojnameyê derhênertiya wî weha wesifandibû: “Kiyarustemî bi awayekî hostane şîroveya mirinê li pişt sadebûn û mezinbûna fîlmên xwe veşartiye. Bi xistina nav hev a çîrok, belgefîlm û bikaranîna leyîstikvanên pispor û ne pispor di fîlmên xwe de sînemaya xwe gelekî zehmet kiriye ku bandora wê mirovan heyranî xwe dike.”
Ji ber sansûrê li derveyî welêt xebatê xwe dewam kir
Fîlma wî ya dawî ‘Wek Evîndarekî’, li Japonya hat kişandin. Kiyarustemî ji ber ku li Îranê ji ber sansûr û zextên li ser sînemayê li derveyî welat xebatên xwe yên sînemayê dewam dikir.
Beriya ku were emeliyatkirin rewşa wî ya tenduristî baş nebûye, lê belê dîsa jî bi eşqeke mezin karên xwe dewam dikir. Pêr êvarê li nexweşxaneyeke Parîsê piştî ku hat emeliyatkirin, jiyana xwe ji dest da.
Li dor 40 fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm çêkirin. Ew ligel derhênerî hem senarîst, vesazkar, derhênerê hunerê û saz kar bû. Ligel van taybetiyan ew hem helbestvan, fotografgir, wênesaz û dîzaynsaz jî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN