Kewa Berbangê
Kawa NEMIR
Ma maqûl e
Mirov bi korewariyê qayîl be
Kilamekê bavêje ser kewgirînê
Taceguleke axînan raçîne
Yekcar terkehêvî be?
Na, ne maqûl e.
Helbestkar û romannûsa Îngilîz Stevie Smith di Îlona 1902’yan de li Îngilistanê, li Hullê ji dayîk bûye. Di dibistaneke keçan de dest bi xwendinê kir, lê neçû zankoyê, di weşanxaneyekê sekreteriya Sir Neville Pearson kir. Romana wê ya pêşîn, Novel on Yellow Paper (Romana Li Ser Rûpelên Zer) e. Di 1934’an de wê helbestên xwe dane weşanxaneyekê, lê şîret lê kirin ku ew romanan binivîse, wê jî bi ya wan kir, romana xwe Romana Li Ser Rûpelên Zer da wan, piştî du salan ev roman hat weşandin. Ev roman li ser jiyana Stevieyê bi xwe ye ku bi rêbaza stream of consciousness (şepolî hiş) hatiye nivîsîn. Di wê heynê de romanê gelekî deng veda. Di 1937’an de, dîwana wê ya yekem, A Good Time Was Had By All (Xwezî Bi Heyna Berê) hat çapkirin, piştî salekê, romana wê Over the Frontier (Berev Tixûb) û dîwana wê Tender only to One (Bi Tenê Bo Yekî Dilpiyar) hatin weşandin û di 1942’yan de jî helbestine wê yên din bi navê Mother, What is Man? (Dayê, Çi ye Mirov?) belav bûn.
Ji ber ku di romanên xwe de wê qala jiyana xwe ya xwemalî û kesên li derdora xwe dikir, bi her romaneke wê re kesên ku bi rêya pêlewanên romanên wê xwe nas dikirin (mîna pêlewanine kurteçîrokên Helîm Yûsiv) ji wê re serêşî derdixistin. Smithê bi xwe gotiye ku du pêlewanên wê yên mêr di rastiya xwe de George Orwell bi xwe ne, ku ew û Orwell gelekî nêzîkî hev bûn. Her wiha, hevaleke wê jî di jînenîgariya xwe de behsa têkiliya xwe ya lezbiyenî ya bi Stevie Smithê re kiriye. Civata lezbiyenan Smithê ji xwe dihesibînin.
Di sala 1950’yî de dîwana wê Harold’s Leap (Lotika Harold) hat weşandin. Di 1953’yan de wê zendên xwe birrîn, xwest ku xwe bikuje. Di 1957’an de, dîwana wê ya navdar, Not Waving But Drowning (Min Dest Li Ba Nedikir, Dixeniqîm) hat weşandin. Di 1969’an de, dîwaneke wê ya din, Best Beast (Baştirîn Cinawir) derçû. Di 1970’yî de xerabtirîn tişt hate serê wê ku dikare were serê helbestkarekê; Stevieyê êdî, mîna Iris Murdochê, peyv ji bîr dikirin. Nexweşiya ûra mêjî pê re derketibû, di Adara 1971’ê de li Devonê mir. Piştî mirina wê, dîwana wê ya bi navê Scorpion and Other Poems (Dûvpişk û Helbestên Din) hat weşandin.
Helbestên Stevie Smithê, bi kêliya pêşîn re wekî helbestine hêsan xuya dikin, ên ku bi zimanekî hêsan hatibin honandin, lê bi hevoksaziya xwe ya têrzeynet, adan û bi kûrayiyên xwe ve dorgeyeke helbestî ya xweser afirandine.
Nîşe: Ji bo ku zanyariya der barê arşîva xebatên min ên wergerê de li vir tomar bibe, ji salên 90’î ta niha min 50 helbestên Stevie Smithê ji Îngilîzî wergerandine Kurdiya Kurmancî û ev hê jî wekî pirtûk nehatine weşandin. (K. N.)
Ma Maqûl e?
Ma maqûl e
Mirov bi korewariyê qayîl be
Kilamekê bavêje ser kewgirînê
Taceguleke axînan raçîne
Yekcar terkehêvî be?
Na, ne maqûl e.
Ma maqûl e
Mirov ji Mirinoyîtiyê hez bike
Kilamekê bavêje ser Bêbaviyê
Virran bi hev ve girê de
Çarpînetiyê bincil bike?
Na, ne maqûl e.
Ma maqûl e
Hewîna mirov bê
Gazî Xezeba Kevin bike
Û li ber cihêzê pakrewanekî bikeve
Gava ku Mirin xelatek be
Ku bi hêsanî tê hilgirtin?
Na, ne maqûl e.
1937
Min Dest Li Ba Nedikir
Kesî dengê wî mêrikê mirî nekir,
Lê hê jî li erdê veleziyayî dinale:
Wê tê dernexist, ez gelekî bi dûr ketibûm
Û min dest li ba nedikir, dixeniqîm.
Rebeno ji henek û yariyan hez dikir
Lê niha mirî ye
Yeqîn ji wî re gelekî sar hat ku dilê wî got bes,
Gotin.
Axxx na na na, her tim gelekî sar bû
(Yê mirî hê jî li erdê veleziyayî dinale)
Ez di jiyana xwe gişî de pirr gelekî dûr bûm
Û min dest li ba nedikir, dixeniqîm.
1957
Serdema Nû
Gelo ez ji we re bibêjim nîşaneyên Serdema Nû ya ku tê?
Ew dengê azarkêşan û îskîniya
Wan kesan e ku dikire qîr û hewar, Em pîr bûn, em pîr bûn
Roj ditefe, dinya sar dibe
Ax gunehkar û xemgîn û kesê dawî yê celebê me
Heke em niha vegerine Xwedê, bi ya we Ew ê guh bide me?
Paşê bi ser çongên xwe de dikevin, dest bi nalenalê dikin
Ku dewleta Hunerê peywendiyeke xwe, çi pak çi nepak,
Bi şaristaniyekê re heye yan jî her hebûye.
Huner wekî pisîkeke hov e, ji binî ve ji şaristaniyê cihê ye
Lê ew pirseke din e ku niha ne ciyê babetê ye.
Ax ev mirov bi axînkêşan û gunehkariya xwe ve hişsivik in
Mirov bo çi hatibe dawiyekê? bi zor û heft belayan dest pê dike.
Ev Serdema Nû dê di binê perdeya giriyên wan re bikişe hundir
Beriya ku ew çavên xwe vekin, ew ê bi ser wan de bigire.
Baş e, hesibanî dema ceolocîk serdestiyeke yekpê ye
Wê hingê Mirov, ji bo ku hişsivikiyê bilîze, yan jî ku bixwaze jîr be
Her wekî gelek caran wisa bûye, bi qasî nîv înçî ye li vir e
Rebiyo, ev mirovên ku digirîn bergeha ceolocîk e bedew ça’ dilewitînin.
1957
Exeat1
Şahînşahiya Romayê2 tê bîra min, yekî ji wan ên herî dilhişk,
Ku diçû serdana girtiyên xwe yên belengaz î di binê zindanan de,
Vêca paşê girtî ji bo mirinê li ber wî digeriyan, wî jî digot:
Naxêr na, em hê bi têra xwe nebûne hevalên hev.
Mebesta wî jê ew bû ku hê nebûbûne heval bi têra ku wî mirin bida wan.
Wiha, dema ku dil bikim bimirim, divêm Besta min bibêje:
Naxêr na, em hê bi têra xwe nebûne hevalên hev
Û Dilpakî jî bibêje:
Em hê bi têra xwe nebûne hevalên hev.
Dema ku hê jî bi sererastî li Besta xwe guhdarî neke,
Helbestkarek çawa dikare xwe bikuje,
Yan jî dema ku wê yekê her dem gîroyî sibehrojê bike,
Evîndarekî Dilpakiyê çawa dikare xwe bikuje?
Dîsa jî dibe demek bê, dema ku helbestkarekî yan jî kesekî
Jiyaneke dirêj, xweşî û jan li dû xwe hiştibin,
Lê êdî bûbe pepûk û cila şil, ketibe stûyê welatê xwe
Û hew bikaribe biryarekê bigire,
Dibe Jiyana mirêsdar bi hezkirin bê ba wî, bibêje:
Bi ya min, em êdî bi têra xwe bûne heval ku ez mirinê bidime te;
Paşê ew dikare xwe bikuje, paşê
Dikare derkeve û here.
1966
Naaxêvim
Dilovaniyê têgihiştinê aramiyê naxwazim
Û di van rojên reşebayiyê de serbestiyê naxwazim
Naxwazim ev şikence raweste, naxwazim.
Berzûrî Xwedê nabim bihêle bimirim
Da ku guhekî guhdar bide gava ku bigirîm
Di meşa xwe de veweste, nelezîne di ber min re hem.
Çu tiştî naxwazim naaxêvim
Pirs û pirsyaran nakim û lê nagerim
Rojên ku qels bûm min dikir, nema dikim.
Êdî xurt im û di nava lepên janê de me
Weku di dilqekî ji zirxekî efsûnbar î bi deynî standî de me.
Dilqekî ji Dema îro standî û paşwextî ne xema min e.
Qey Ti Evîn Tine Kuta Nebe?
Şipê me dikevime
Kûrayiyên tirsnak
Bi ser jûniyên xwe de bi ser pirê de dikevim.
Di biniya binî de
Bi sêwirandinê dibînim
Laşê min rast dibe
Ku bi hêçbûnekê re
Li jêrê belav dibim.
Êdî parî û piçik e, di xwînê de mewijî.
Qey ti evîn tine kuta nebe?
Têk Çû, Têk Çû
Melekê ku rabû raperîn rakir
Di kêliya xezeba sermest de
Têk çû, têk çû; hêza wî hate pîvandin.
Tê dîtin, ji banekiyê tê kirin, gotin tê gotin.
Tiştek namîne, ji bilî stêrkeke ku dixurice wekî nîşanekê,
Çîrvanokeke ku li ber bixêriyê tê gotin, şûrekî şikestî.
Payîz
Wî behsa çîroka jiyana xwe kir bo Xatûn Courtlya
Ku jinebiyek bû. ‘Hema were em bizewicin’
Got wî. ‘Ez nema dişewitim bi agirê viyanê,
Lê em dikarin hebekî bikin galegal, hê ku ne zêde dereng e.’
Sedem
Jiyana min berbad e
Mehdê min dixele ji rewşa wilo
Ez ê bipêm hebekî
Paşê jî herim lo.
Jixwe ji çi re bipêm?
Hêvî zindî dipijiqe,
A pak dibe ku bê serî
Dîsa jî dibe ku ez bi ser bikevim.
Ew yek ji wê ye, ku dudiliyê dikim
Heke Xwedê pak, bê qudret, yan jî zordest be.
Ponijanên der heqê Kesê ji Porlockê de
Coleridge Kes ji Porlockê wergirt
Û piştî wê yekê nifir li wî kir
Baş e, ê çima lezelez rê da wî ku bikeve hundir?
Tê hebû ku dikaribû xwe di malê de veşarta.
A rast ne rast bû kiryara Coleridge, şaş bû
(Lê em giş gelek caran şaşiyan dikin)
Wekî rastî jî ew e, bi ya min, ji mêj ve bû
Ketibû kêferata Kûbîlay Xan.
Digiriya, dilûband, redda min hat, digot,
Ez ê çu caran nikaribim peyveke din lê zêde bikim,
Lê Kesê ji Porlockê derkeve û bê
Û sûcê wê yekê bike stûyê min?!
Ne rast bû, şaş bû,
Lê em giş gelek caran şaşiyan dikin.
*
Gelo em li navê Kesê ji Porlockê bipirsin?
Çima Porson, we nizanibû qey?
Mala wî li biniya Girê Porlockê bû,
Lewma jî, rêya wî dûr bû.
Tevî ku dapîra wî Pîrebokek bû,
Yek ji Ruthlandshireiyên li ber dilê min ‘ezîz
Û çu têkiliya wê bi Porlockê re tinebû,
Lê ew bi xwe ne gula cimaetan bû ew qasî.
Lê, çawa ku min got, mala wî li biniya girekî bû
Û pisîkekî wî hebû bi navê xwe Flo
Û pisîkekî wî hebû bi navê xwe Flo.
*
Kurmên Kesê ji Porlockê têne min
Ji bo ku dawiyê li ponijanên xwe bînim
Min sebr û semax nema, divê wî bibînim,
Ez wî heval dihesibînim.
Têm diçim di pencereyê re li derve dinihêrim
Têm diçim direvime ber dêrî
Ji min we ye, Ew ê vê êvarê bê
Ji min we ye, lap bi derengiyê ket.
Wer birçî bûme ku gotina min bê birrîn
Heta hetayê, heta hetayê bila wisa bibe
Lo Kesê ji Porlockê, bi lez were,
Were dawiyê li ponijanên min bîne.
*
Pîroz dikim kesên ku Kesekî wan ê ji Porlockê hebe
Her tiştî li bin guhê erdê bixim û bavêjim
Ji ber ku jê û pê de çu tiştê hêjayî hilanînê nemîne,
Pêwîst nake bimînin.
*
Axx ew Kesê ji Porlockê gotinbirrekî afat e
Gotinên me heta hetayê dibirre
Xelq dibêje, ew peyayekî çepel e
Lê bi rastî jî hêjayî viyanê ye.
Bo çi ew qasî gilî û gazinan jê bikin?
Ew wekî pîroziyekê derdikeve û tê
Divê şa bibin ku wî ew ji bîr nekirine
Tê hebû ku dikaribûn bidomandana.
*
Ev ponijan ciyê canzeriyê ne, pê dizanim. Can zer dikin.
Xwezî bibûma şengezeriyeke temam, xweştir e ev yek
Her wiha peywir e, me divê bikenin bi qasî ku em radestî
Mebesta Yê Li Jorê dibin, ku diceribîne
Bi celeb bi celeb têkeliyên rewişta mirovî, kîjan herî baş lê bê
Giş ji wî re serincrakêş e, ciyê coş û peroşê, lê ne ji me re.
Wa dîsa diçim. Bikene bikene û karekî bibîne
‘Esas wê hingê tu yê ji ser xwe herî, bêyî ku bi rastî jî çûbî.
1- (Bi Latînî) Bila derkeve here. (nîşeya wergêr)
2- Heye ku Caligula be. (n. w.)