Dokûmantera li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz, ku yek ji sê jinên Kurd e li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de hate kuştin, cara sêyemîn di 19’ê Kanûnê de li Stockholmê hat nîşandan.

Beriya nîşandana dokûmanterê, Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Ayşe Goktepe li ser têkoşîna Sakîne Cansiz, kuştina wê, helwesta dewletên Tirk û Fransayê di doza hatiye vekirin de, axivî.

Goktepe da xuyakirin, Sakîne Cansiz a ku jiyana xwe di oxira têkoşîna azadiyê ya jinan û gelê Kurd feda kir, ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo hemû gel û jinên bindest bû sembola berxwedan û azadiyê. Goktepe da zanîn, Cansiz ji aliyê rêxistina îstîxbarata dewleta Tirk (MÎT) ve bi plankirî hate kuştin û ji ber ku di nava 4 salên bihurî de hê doz nehatiye vekirin, hewl tê dayîn hêzên li pişt cînayetê werin veşartin.

Goktepe bibîr xist ku bi mirina gumanbar a kujer Omer Guney re, tê xwestin dosya were girtin û hemû delîl ji holê bên rakirin. 


 ANF / STOCKHOLM