Hunermendê Ereb Halît Bilgîç ji ber li navçeya Bodrumê ya Muglayê stran gotin, rastî cezayê 3 sal qedexeya gotina stranan hat. Hunermend Bîlgîç bertek nîşanî biryarî da û wiha got: "Dibêjin 3 salan ne axive, 3 salan stranan nebêje û min bêdeng dihêlin. Ez ji bo gel diçim wir û ez dê her tim stranên ku gel dixwazin bistrêm."
Hunermendê Ereb Halît Bîlgîlç di hilbijartina 12'ê Hezîrana 2011'an de di mîtînga ku ji aliye Eniya Ked, Demokrasî u Azadiyê li navçeya Bodrûma Muglayê pêk hat de konser da û stran got. Ji ber Halît Bîlgîç stranên bi Kurdî, Tirkî û Erebî got der barê Bîlgîç de doz hate vekirin. Doza biryarê li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê hate dîtin. Rûniştina doza der barê Bîlgîç a ji ber starên ''Ozgurluk çiçegimsin", "Oremar" û "Heval'' bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" hate dîtin. Dûriştina ku di 11'ê Tîrmehêde hate dîtin bi encam bû. Di rûniştinêde heyeta dadgehê der barê Halît Bilgîç de ji ber li navçeya Bodrumê ya Muglayê stran gotine, 3 sal cezayê qedexeya gotina stranan birî. Heyetê dîsa li gorî pakêta 3'emîn a darazê bi şertê ku disa heman sûcî neke heta 3 salan ceza taloq kir. Hunermend Bîlgîç bertek nîşanî biryarî da û wiha got: "Dibêjin 3 salan ne axive, 3 salan stranan nebêje û min bêdeng dilêlin. Ez ji bo gel diçim wir û ez dê her tim stranên ku gel dixwazin bistrêm."
Bîlgîç, da zanîn ku strana "Ozgurluk Çîçegimsin" ji aliyê Wezîrê Çandê ve hatiye erêkirin û wiha got: "Ez niha ji ber strana ku ji aliye Wezîrê Çandê ve hatiye erêkirin rastî ceza têm. Dîsa di strana "Heval'' de ez dibêjm "Tu dê li van çiyayê Mêrdînê bigere Heval" lê di girtekê de "Tu dê li van çiyayê Qendîlê bigere Heval" derbas dibe. Ev yek bi zanebûn hatiye amadekirin. Dîsa ji ber starana ''Oremar'' ez rastî 10 meh ceza hatim. Di stranên min de daxwaza aştiyê hene. Ez wekî Erebekî piştgiriyê didim vê têkoşînê. Heta ku li vî welatî aştî, azadî bê ez Kurdim û ez dê piştgiriyê bidim Kurdan.
DÎHA/MANÎSA