Di meydana şer a li Rojava û Bakurê Sûriyê de doh guherîneke girîng rûda, ew jî ew e ku hêzên rejîmê gundên di dest DAIŞ´ê de heta bi devera di kontrola Meclîsa Eskerî ya Minbicê de bi dest xistin. Di encama vê yekê de di pratîkê rêya muhtemel a li ber hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê de ya ber bi Reqayê ve hat girtin. Li aliyê din vê bûyerê kir ku nûçeyên derbarê şerê di navbera çeteyên Tirkiyeyê û hêzên rejîma Baesê yên li Tadîfa ser bi Babê de jî kêm werin dîtin. Êrîşên Tirkiyeyê û amadekariyên êrîşan ên artêşa wê û çeteyên wê bi ser Efrînê de jî darî çavtir bûn.

Doh hêzên ser bi rejîma aes ên Sûriyeyê li başûrê Babê gundên Cub el-Siltan, Cub el-Hemam, Zuzureh û Cub el-Xewa ji çeteyên DAIŞ´ê standin. Di encama vê yekê de jî erda di navbera gundên Bizeh (li aliyê Meclîsa Eskerî ya Minbicê) û Cub el-Xewa bû sînor di navbera her du hêzan de. Yek ji encamên sereke yên siyasî-eskerî yên vê rûdanê ew e ku êdî di pratîkê de ti rê li ber hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê nemaye ku pê xwe bigihînin Reqayê.

Çeteyên dewleta Tirk û yên rejîmê bi hevketin

Li aliyê din li bajarokê ser bi Babê yê li kîlometroyekê li başûrê bajêr Tadîfê di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên rejîma Sûriyê de şer qewimî. Li gorî îdîayên çeteyên dewleta Tirk di şer de 22 eskerên rejîmê hatine kuştin. Aliyê rejîmê ev îdîa red kirin, lê qebûl kir di navê de pilebilindên wê jî kuştiyên wê çêbûne. Di nava kuştiyan mîralay Eyad Xanem jî heye. 

YPG li Efrînê berevan e 

YPG´ê li aliyê din daxuyaniyek da û got, “Artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya  wê de êriş û binpêkirinên xwe  yên li dijî xaka Rojava berdewam dikin”.

Navenda Ragihandina YPG`ê têkildarî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên dijî Rojava, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Ji vê daxuyaniyê eşkere dibe ku 26.02.2017`an pişt nîvrojê artêşa Tirk ji herêma gundê Zehre ya ser bi navçeya Bilbilê ya Efrînê sînorê Rojava binpêkiriye. Daxuyanî wiha dewam dike: “Piştî vê yekê bi demeke kin hêzên me li ser leşkerên Tirkan ên tevî panzerekê ketibûn Rojava de girtin û fîşekên hişyarkirinê avêtin. Piştî destwerdana hêzên me leşkerên Tirk neçar man ji qadê vekişin.”

YPG dide zanîn ku heman rojê bi şev helîkoptereke bi tîpa kobra ya artêşa Tirk li ser deriyê Til Koçer re ket Rojava û herêma Til Elo ya girêdayî Çil Axa bombebaran kiriye û hêzên wê bi çekên parastina ezmanî bersiv dane helîkopterê.

Daxuyaniyê her wiha dide zanîn ku heman şevê çeteyên di bin fermandariya artêşa Tirk de bi tang û topên hawanan êriş birine ser gundên Maranez û Vîla Qadî yên girêdayî Efrînê û hêzên YPG´ê jî bi awayekî dijwar bersiva êrişa çeteyan daye.

Artêşa Tirk  hewl dide Ezazê bi temamî dagir bike

Di vê navê de ji herêma Ezazê agahî belav dibin ku bi dehan erebeyên dagirkeriya Tirkiyeyê û yên leşkerî derbasî Ezazê bûne û amadekariyên pêkanîna êrîşan li dijî Şehbayê dikin.

Çavkaniyên ji Ezazê diyar kirin ku pêr bi dehan maşîneyên Tirkiyeyê û leşkerên rûpoş, derbasî Ezazê bûne û xwe li nêzî nexweşxaneya Ezazê û dibistana nêzî wê bi cih kirine.

Heman çavkaniyan dest nîşan kirin ku artêşa Tirk a dagirker bi çeteyên Esîfet El-Şemal di nava bajar de tevdigerin û dane xuyakirin ku ji pêr ve rewşa bajêr tevlîhev e.

Li gorî çavdêrên siyasî û eskerî artêşa Tirk amadekariyên êrîşan dike li dijî herêmên Şehbayê yên ku ji aliyê hêzên şoreşger ve hatin rizgarkirin.

Artêşa Tirk a beriya demekê, 15 roj mohlet dabû komên çete ku herêma Ezazê vala bikin. Bi vê yekê dixwaze  herêmê dagir bike û serweriya xwe di her aliyî de pêk bîne. her wiha hêzên xwe yên taybet û polîsên xwe li şûna çeteyan bi cih bike.

Artêşa Tirk û çeteyên wê di çend rojên derbasbûyî de, herêmên Til Rifet, Şêx Îsa, balafirgeha Minx û Ên Deqna yên herêma Şehbayê topbaran kirin û ziyan gihandin mal û milên sivîlan. 


 NAVENDA NÛÇEYAN