Aram Tîgran di 7’emîn salvegera koça xwe ya dawî de li Kobanê,Girkê Legê hat bibîranîn. Li Kantona Kobanê, ji bo bîranîna Hunermend Aram Tîgran, li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido şevbiherkek, hat lidarxistin. Di şevbiherkê de bi sedan endamên saziyên kantonê, amede bûn. Her wiha komên TEV-ÇAND, Koma Botan, Koma Şehîd Laleş û Koma Gulava, derketin ser dikê û stran gotin.

Di şevbihirkê de li ser navê Kordînasyona TEV-ÇAND’ê Rohat Hisên axivî û bal kişand ser jiyana Hunermend Aram Tîgran û ev tişt gotin: “Aram Tîgran, yek ji hunermendnê ji netewa Ermen bû. Lê di dîroka hunera Kurd û şoreşa azadiya gelê Kurd de xwedî cihekî mezin bû. Tîgran bandora xwe li ser tevgera azadiyê ya 40 salan kir û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ew yek ji kesayetên ku hestên welatparêziyê bi wî daye hîskirin e.”


Temsîla wijdanê civakê bû

Rohat di berdewamiya axaftina xwe de got ku Aram Tîgran, yek ji kesayetên ku karibû temsîla wijdanê civakê bike. Ne her kesê ku staranan dibêje, dikare bibe hunermend. Ji ber ku huner peyveke ku pir waneyên cuda di hundirê xwe de vedişêre.


Yekîtiya çarenûsa gelên Mezopotamiyayê

Tevgera Çand û Hunerê ya Girkê Legê bi heman boneyê, marasîmeke bîranîn, li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Bajaroka Rimêlan, lidar xist. Di merasîmê de, bi dehan şêniyên bajêr û nûnerên saziyên civaka sivîl, amade bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, piştre belgefîlmek li ser jiyana hunerî ya hunermend Aram Tîgran, hat nîşandan.

Paşê axaftina destpêkirina merasîmê ji aliyê Endamê Rêveber ê Tevgera Çand û Hunerê Sîpan Xelat ve hat kirin û hat diyar kirin ku Hunermend Aram Tîgran di hunera xwe de jiyana hevbeş û yekîtiya çarenûsa gelên Mezopotamiyayê hatibû vegotin.

Di nava merasîmê de, ji aliyê komên stranan ên navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran ve, hin stranên Tîgran hatin gotin. Dawiyê merasîmê de govend hat gerandin. 


 KOBANÊ/GIRKÊ LEGÊ