
Mihemed Salihê Şêxmûs (Bavê Felek) di sala 1948’an de li gundê Kirbawî ya Qamişlo, di malbateke xizan a welatparêz de tê dinê. Ji zarokatiya xwe de zîrekiya wî diyar dibe. Tevî ku wê demê di nava civakê de muzîk şerm dihate nîşandan, lê Mihemed Şêxo stran gotin. Şêxo ji bavê xwe ku di şevbuhêrkan de stran digotin, fêrî stranan bû.
Ji wî warî ber bi warê din ve huner
Di dibistanan gundê Xecokê de dibistana seretayî dixwîne û asta navîn li dibistanên Qamişlo dixwîne. Sala 1965’an ji ber nexweşiya di çavên wî de ji leşkeriya bi darê zorê hate efûkirin. Ji ber xizaniya malbatê vedigere gund û bi bavê xwe re di cotkariyê de kar kir. Şêxo, gelek ji lêkolînê hez dikir, di gera xwe de li gundê Xirbê Kurma kesên bi navê Ekî Xelîl Êzîdî, Sihên Tofî û Helîmê Hiso nas dike û bi wan re derket şahiyan. Di şahiyan de stran gotin, piştre êdî dest bi nivîsa bi Kurdî kir û helbestvanê bi nav û deng Cigerxwîn nas kir, gelek helbestên wî û gelek helbestvanên din xwend û ji ber kirin.
Sala 1970’ê de berê xwe dide paytexta Beyrûdê Lubnanê û li wir dest bi xwendina muzîkê dike. Li wir bi alîkariya hunermenên Kurd, Seyîd Yûsif, Rifetê Darî, Izedîn Temo, Mehmûd Ezîz, Şêrîn Beror û Remezan Necim Omerî gelek şahî pêşkêş kirin. Di şahiya sînema Rêfolî ya Beyrûdê de tê naskirin û beşdar bi dengê wî pirr bi bandor dibin. Ji ber şerê navxweyî yê Lubnanê vedigere Rojava û careke din li wir dimîne. Li bajarê Rimêlan komeke muzîkê saz dike, lê hêzên rêjîmê rê nadinê û xebatên wan qedexe dikin. Di sala 1970’ê Şêxo berê xwe dide Paytexta Îraqê Bexdayê û Başûrê Kurdistanê. Li Başûrê Kurdistanê tê naskirin û têkiliya wî bi gelek hunermendên wê derê re çêdibe. Li Başûr, Tekoşerê Kurd Mele Mistefa Barzanî dibîne û ew wî xelat dike.
Şervan û hunermend hata aşbetalê
Sala 1974’an careke din vedigere Rojava û Sûriyê û kasêta xwe ya yekem li Paytexta Sûriyê Şamê bi navê Gewrê qeyd kir. Ji ber zext û zordariya rêjîmê ya li ser wî, wê demê neçar bû vegere Başûr û tevlî pêşmergeyan bibe. Li wir jî piştî hevpeymana Cezaîrê û têkçûna şoreşa Barzanî (Aşbetal), berê xwe da Rojhilatê Kurdistanê û li bajarê Mehabadê kasêta xwe ya bi navê ”Ey felek” tomar kir. Kasêta wî pirr deng veda û di nava civaka Kurdistanê de belav bû. Li vir jî rastî zext û zordariya hêzên Îranê hat û ew surgûnî Azerbaycanê kirin. Şêxo jina bi navê Nesrîn ku keça fermandarekî pêşmergeyan bû nas kir û pê re zewicî. Çar zarokên wî çêbûn.
Zexta rejîmê heta bi mirinê
Sala 1983’an careke din vegeriya Rojava û li bajarê Qamişlo rûnişt. Komeke muzîkê damezirand. Di sala 1986’an de kasêta xwe ya dawî tomar kir. Dikaneke kasêtan li Qamişlo vekir. Lê hêzên rêjîmê rê nedanê ku karê xwe bidomîne, dikana wî girtin. Ji nişka ve hunermendê ku di nava her çar parçeyên Kurdistanê de hatibû naskirin nexweş ket, ew rakirin nexweşxaneya Wetenî ya li Qamişlo. Li vir tevlî hewldanan jî nehate rizgarkirin û di 9’ê Adara 1989’an de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Şêxo di wê demê de ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmekê hate oxirkirin û li goristana Taxa Hilêliyê ya Qamişlo hate veşartin.
Weke dibistaneke hunerê bû
Şêxo bi dehan stranên netewî li pey xwe hiştin, li ser şopa wî bi dehan hunermend meşiyan û bû weke dibistaneke hunera Rojava. Dema tê gotin Qamişlo yek ji kesayetên herî bi nav û deng Mihemed Şêxo ye. Ji wê rojê ve û heta niha her sal Şêxo li ser gora xwe tê bibîranîn û merasîm jê re tê lidarxistin. Li mala wî ya li taxa Xerbî jî hemû alav û tembûrên wî di odeya wî de hatine bicihkirin. Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo ku bi sedan hunermend tê de dixebitin bi navê Mihemed Şêxo ye.
Tembûra xwe ya pêşî wî çêkir
Der barê Mihemed Şêxo de û kesayeta wî de Welatiyê ku Şêxo ji nêz ve nas dikir Ebdubarî Qamişlo got, Mihemd Şêxo tembûra xwe ya yekem bi destê xwe çêkir û ji wir dest bi lêdana tembûrê kir. Ebdulbarî bi bîr xist ku Şêxoyê derfetên wî nebûn bi tenekê, dar û tekî tembûr çêkir û pirraniya stranên hunermendê bi nav û deng ê wê demê Rifetê Darî digotin. Mûsa da zanîn ku ew 50 rojan bi Mihemed Şêxo re li Reqayê di mosimê genim de bûn û wiha dewam kir: "em bi hev re di mosima çinîna genim de bûn. Pirr bîranînên me bi hev re hene. Her êvar ji me re stran digotin. Em li ber dengê wî radizan.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Şagirtên wî Mihemed Şêxo ji bîr nekirin
Bi munesebeta 26‘emîn a koça dawî ya hunermendê Kurd Mihemed Şêxo, Tevgera Çand û Huner a Demoratîk (TEV-ÇAND) li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo bernameya bibîranînê li dar xist.
Di bernameyê de ku Ii hola bi wêneyên Mihemed Şêxo û têkoşerên Rojava hatibû xemilandin pêk hat, gelek rewşenbîr, helbestvan û bi dehan welatî amade bûn.
Piştî deqeyekê rêzgirtinê hunermend Semîr El-Şeîr der barê kurtejiyana Mihemed Şêxo de agahî dan. El-Şeîr her wiha ji hemû hunermendên Kurd xwest ku xwedî li çand Kurdî derkevin û hunermed Mihemed Şêxo ji xwe re mînak bigirin, xeta wî ya têkoşînê bişopînin û hunera kurd li tevahiya cîhanê belav bikin.
Piştî axaftinê Koma Sazkar stranên Mihemed Şêxo gotin.
QAMIŞLO