Li welatekî vesayeta leşkeriyê şikandin nayê wateya demokrasiyê. Ku ev bi aliyê hêzên paşverû ve hatibe pêkanîn, sistem û hobûnên hê xirabtir wê erkê wesayetê werdigirin. Dadwerî û pergala wî welatî ser û bin dibe. Berê li Îranê ev ser û binbûna belovajî pêk hat (li pey şah hatina Ayetullahan)  û niha jî li Tirkiyê ev kareset tê jiyanê. Her tişt ketiye nava lêvên kesekî ku xwe di neynika dêwan de dibîne û bin fermana tarîqatê. Jê wê wîjdan û bêlayaniya çapemeniyê jî di tariya bêbextiyê de têkçûye.
Di vê dema dawiyê de dîsa baloneke ji derewan di çapemeniya tirk de hate teqandin. Du kesên qaşo rojnamewan in, gotinên rayedarekî serkariya dagirkera faşîst wekî stratejiyeke nû pêşkêşê raya giştî kir û rojeva heyî tar û mar kir. Wer xuyaye, wan ev ji stratrejiyeke bêtir, wek armanceke guhertina rojeva ku polîtîkayên AKPê ser û bin kiribû, daxistine nav piyasaya bi nûçeyên aspargas di nava mij û moranê de maye.

Stratejî çi ye?

Peyva stratejî jî li ser bingehê peyva girêkî “strategos” (Fermandarî) rûniştiye. Lê niha wek zanyariyeke serê xwe pêşketiye, ji hedefên leşkerî bigire ta perwerde û aboriyê di her warî de tê bikaranîn. Ango her tişt li gor stratejiyekê tê birêvebirin.
Plankirina stratejiyekê ne bi gotina kesekî, ne jî bi gotina fermandar, şêx û dîktatorekî dibe. Divê di instîtûtên zanyarî, yan jî di saziyeke têkildar de bi destên zanyar û pisporan bi awayekî sistematîk were amadekirin û di heman demê de ev bi hêla saziyên têkildarên wê welat û netewê ve were pejirandin ku bikane têkeve qada jiyanê.
Divê stratejiyekê bi kêmasî li ser van bingehan were rûniştin.
A- Armanc û hedefên stratejiyê
B- Layên stratejiyê û rawestana wan (di vir de hêzên serkariya dagirkerên tirk û hêzên kurdistanî)
C- Plankirina stratejiyê. Divê ev plankirin li ser van bingehan rûne:
1- Layên stratejiyê û nirxandina rewşa van layan. 2 – Analiz û birêvebirina stratejiyê. 3 – Egerên bingehîn yên layên stratejiyê û derfetên wan. 4- Prosesa stratejiyê ya li ser têgihîştina hemû layan. 5 – Di dema pêkanîna stratejiyê de atmosfera muzakereyê. 6 – Encamên kongret yên tên xwestin. 7 – Amadekirina zemîna stratejiyê.

Li Tirkiyê têgihîştina stratejiyê

Li gor dewleta Tirkiyê divîbû saziya têkildar stratejiyeke wiha amadekirîba, ev biribana di wê saziya ewlekariya netewî (MGK) de bidana nîqaşkirin û pejirandin, li pey jî bi hemû partiyan re rûniştibana, hê hin aliyên stratejiyê ji bo bala giştî hatiba ragihandin.
Lê li Tirkiyê, di dema vê faşîzma kesk de her tişt ji sistema deweletekê zêdetir li ser bingehê tarîqatan, ango têkiliya şêx û murîdan hatiye rûniştin. Biryar ne bi aliyê saziyan ve tê amadekirin û dayîn, her li ser gotinên ji devê şêxê tarîqatê derdikeve rûniştiye. Tu kes nikane biryarekê bide, saziyên stratejiyan amade dikin jî hatiye rakirin. Her kes li devê Erdogan dinêre. Gotinên wî wek stratejî û biryar tên pejirandin, yan jî wisa radigîhînin raya giştî.
Ev di dema qiraliyetan de jî ne wiha bû. Berê ku qiralan biryarên wiha bidana, ew di şêwirmendiya wezîr û kizîrên xwe re derbaz dikirin, bi kêmasî ji qiralîçeyê dipirsî, hîn dida destên telalan ku ji bo raya giştî ragîhîne. Lê Erdogan ji hevjîna xwe jî napirse. Hima çi hat ber devan, canê wî çawa xwast, wisa radigîhîne. Wek mînak di mijara MIT ê de bi gotina wî yasa hate derxistin. Stratejiya duyemîn û dewleta veşartî jî li ser lêvên Fetullah e.
Dema rewş wiha be, çi pêdivî pê heye ku mirov li ser wan gotinên wek stratejiyeke nû tên pêşkêşkirin nîqaş bike. Divê mirov tenê bixebite ku girseyên ji xwe re tirk dibêjin bide agahdarkirin. Mirov hewl bide, daku bikane rastiyê bi wê gelê ku ji sedî heştêyê wê di nava xewa nijadperestiyê de hatiye fetisandin, bi îslama tarîqatan hatiye korkirin, bide fêmkirin. Divê rojnamewan û ronakbîrên kurd raya gelê kurd ji vê bangaşiyê dûr bigire, bi nîqaşên wiha vala, gelê me li pêy wan pêşkêş nekişîne. Divê em ji rojevên afirandî (suni) dûr bisekinin.