Endamê desteya rêveber a TEV-DEM û Lêvegera Siyasî Aldar Xelîl derbarê karûbarên Lêvegera Siyasî, peywendiyên navbera Herêma Kurdistan û Rojava de, Yasaya wekheviya jin û mêr nêzîkatiyek hemdem, helwesta Tirkiyê ya li hemberî Rojava, serdana şandên biyanî ya ji bo Rojava û çend mijarên din de ji RojNewsê re axivî.

Çima pratîkkirina peymana Duhokê dereng ma?

Sedemê dereng ketinê ew bû me di xwest ew 12 endamên ku tevlî bibin ji aliyê TEV-DEM û ENKS’ê ve amadebin û ji bo ku em destpê bikin. Piştre jî 6 endamên din bên diyarkirin. Lê mixabin hevalên me yên ENKS’ê hinekî di destnîşankirina 12 endamên xwe de dereng ketin û wan vê dawiyê endamên xwe diyar kirin. Piştî ku wan ew nav destnîşan kirin, em jî civiyan. Ev derveyî çanda demokratîk e, me rexne jî kir. Ji ber ku yek ji hîmên bingehîn ên demokratîkbûyînê ewe ku tu girîngî bidî tekoşîna azadiya jinê. Girîngî bidî hebûna jinê di nava tekoşînê û xebatê de. Îro ev Lêvegera Siyasî lêvegereke êdî stratejiya kurdan didi diyarkirin. Tûnebuna jinan di nava encûmenan de cihê rexneyêye û ev nîşan dide ku wan li gorî çanda demokratîk di hilbijartin an jî diyarkirina endamên xwe de serneketine. 

Peymana Dihokê berpirsiyariyek çawa dide partî û aliyên siyasî?

Herkes bi hev re alîkarbe ku pêwistiyên pêkhatina wê pêşkêş bikin, guftûgo û derfetên wê bi hev re alîkarbin. Hêzên Kurdistanî ji berî vê di nava hevpeymanê de, me ev daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û KCK’ê kir ku ew jî weke hêza mîsoger ji bo pêkhatina vê hevpeymanê bin. Me serdana wan kir û wan jî ev yek pejirandin. Ji ber vê em bi hêvîne ger pêwîstiyek çêbû, aliyek xwe ji ber hevpeymanê bide aliyekê, ew hêzên Kurdistanî xwedî helwestbin. Lêvegera siyasî tenê ya kurdan e. Tenê ya mala kurdan e. Li gel ENKSê peywendiyên cûda cûda çêbûn, lê cara yekeme ku civîna fermî çêdibe.
 

Hilbijartin kengê pêk bên?

Bila Lêvegera Siyasî jimara xwe temam bike. Her 30 endam wê demê wê îlan û benameyên wê derxînin. Tiştên berî Lêvegerê, em niha zêde nedin pêş baş e. Ji ber Lêveger biryarên ku bide, wê herkes bi wê ve girêdayî be. Yasaya wekheviya jin û mêr nêzîkatiyek hemdeme. Ev nêzîkatiyek hemdem, demokratîk û pêşketî ye. Ji ber ger tu di vê mijarê de zagonên ku mafê jin neparêzin xwedî lêdernekevî, tê wateya ku tu dibî berdewamiya sistema kevin. Ji bo vê gaveke pir pêşketiye hemwelatî jî bê guman sûd jê werbigrin û encamên wê yên erênî jî di jiyanê de çêbibin.

Kobanê li herêmê guhertinek  çawa çêkir?

Tirkiye divê pêvajoya şoreşê de timî hewlda ku îradeya kurdan bişkêne û destkeftiyên kurda ji destê kurdan derxe. Lê bi berxwedana Kobanê re êdî nekarî pêşiya kurdan bigre. Neçarma piştgiriya DAIŞ’ê bi rengekî eşkere kir û DAIŞ da pêş, bi vê yekê êdî hîna dijberiya xwe ya kurdan ne tenê di asta siyasi de, belkî di asta pratîk û jiyana rojane de jî eşkere kir. Bi rengekî leşkerî ket cihê ku dijbertiyekî leşkerî bike piştgiriya DAIŞ bike.  Em bi hêvîne ku dewleta Tirk ji politikaya xwe ya beramberî kurdan biguherîne. Hebûna DAIŞ’ê bixwe metirsiyeke ji bo tevayê mirovahiyê, mesele netenê di aliyê coxrafi de êrîşî ku bikeye. Hebûna DAIŞ’ê tê wateya hebûna teror û tiştên dijî mirovahiyê. Ji ber wê ew xeterî û projeyeke, dixwazin ji aliyekê ve îradeya kurdan bişkînin û ji aliyê din ve jî dixwazin tiştên ku dibin bingeh ji bo demokratîkbûyînê hilweşîne û dij mirovahiyê ye. Ji bo vê ew metirsiyeke li ser sîstema demokratîk, rêveberiya demokratik, pêkhateyên li herêmên Cizîr, Kobanê û Efrînê. Hemû demê ku êrîş çêbibin rêveberiya xweseriya demokratik ji xwe xwedî siyaseteke ji bo tedbirên parastinê. Ger ev êrîş pêkhatin û ew êriş bişkin jî, herkes, hemû sazî li gorî erk û xebata xwe dixwaze di parastinê de xwedî rol be.

Peywendiyên we li gel hikûmeta başûr çawa ne?

Îro rêveberiya Xwesriya Demokratîk li rojavayê kurdistanê bi hemû hêzan re hewl dide di nava nezikatî û têkiliyek pir xweş de be. Ev destkefityên şoreşê ku pêkhatine ji bo werin parastin û werin pêşxistin, hewl dide peywendiyên xwe bi herkesê re pêş bixe. Li gor em dibînin bi Herêma Kurdistanê re bi parçeyên din ên kurdistane re heta bi hinek hêzên herêmî  û navnetewî re roj bi roj rêveberiya xweseriya demokratik ji hemû wexti zêdetir xwedi têkiliyek başe.  Ev serdanên ji bo Rojava çêdibin, bêguman ji aliyekê ve tê wateya şikênandina çember û ambargoya li ser Rojava, tê wateya ku êdi ev rêveberiya li vir hatî avakirin di asta navnetewî de were qebulkirin, dergeh vedibe. Gav ber bi wê ve tên avêtin û ev tiştekî erêniye. Dema ku hinek ji derve tên û ligel rêveberiya xweser dikevin nava peywendiyan de, ev tê wateya ku ev rêveberi hêdî hêdî wê çembera ku li ser hatî ferzkirin û zehmetiyên ku di nav de were derbazkirin û pêşvebiçe.

ROJNEWS/QAMİŞLO