Di despêka aloziyan li welatên Ereb û bi taybet Sûriyeyê de rejîmên Îran û Turkiyê bereya xwe diyar kirin û wek aktoran ketin meydanê. Rejîma Tirk li gel bereya Sunî a muxalifeta Sûriyeyê ma. Lê rejîma Îranê ji despêkê heta niha, xeta xwe ya siyasî û bîrdozî ya ku li ser esasê netewperstiya olî hatiye damezrandin li herêmê diparêze. Ji ber wê jî cihê vê diyar bû. Anha wek rejîm bo xwe dibêje bajêrê Tehran, Meşhed û Îsfehanê; li Sûriyê, Kerkûk û Mûsilê diparêzê. Di rastî de gava siyaset û stratejiya Îranê tê mêze kirin, tê dîtin ku stratêjiya vê di wê rewşê de derketini ji Sûryeyê nîne.
Ev tê wateya ku ji bo xwe rêya derkeftinê nehiştiye. Li Sûryeyπe gelêk hêzê din ên wek Rûsyayê jî hene ku stratêjiya van diyar e. Eger pêwîst bike wek niha li gel welatê Emerîka dikarin ruxmê vê ku nakokî û dijbertî di navbera van de hebe jî, li hev bikin û li Sûriyeyê siyasetêke din raber bike. Ji ber ku di vê pêvajoyê de eger ji bo guhertinê ne amade be, vê nikaribe xwe jî biparêzê.
Lê di herêmê de îsrarkirin hin jî wek kevneşopiyekê maye û rejîmên dagîrker li ser vê mijarê îsrar dikin. Tirkiye jî li cîhe guhertinan li pêy dagîrkeriyên nû ye. Bi carêkê dixwazê merhele bi merhele muxalifên xwe ji holê rake. Li milê din hêzên gelan tune dike. Aliyekî din qirkirina siyasî, çandî û heta erdnîgarî jî des pê kiriye, dixwazê demografiya herêmê jî biguhere. Di rastiyê de gava tê mêze kirin, em dibînîn rejîmên heyî li hember guhertinan li ber xwe didin. Lê li hêla din jî gel û hêzên têkoşer û hêzên herêmî, heta mudaxeleger jî bi îsrarin li hember van neguhertinan. Li hember hev sekinandina van hêzan hemuyan encama şerê cihanî yê sêyemîne.
AKP nû dixwaze makezagona Tirkiyê ber bi dîktatoriyêke nû ve bibe û mafe gelan li Tirkiyê hêj zêdetir nadiyar bike. Rejîma Îranê dixwazê Sûriye wek berê bimîne, lê rastî berçaw e du dewlet hebun, navê wan di fermiyetê de Îraq û Sûriye bû, lê niha êdî erdnîgariya wan bûye 6 parçe. Êdî nayê payivîn ku ev dewlet wek berê bimînin. Di rewşeke bi vî rengî de, rejîmên Tirkye û Îranê ji nû ve dixwazin wegerin 40 sal berê. Dixwazin ji nû we dest bi dagîrkeriyê bikin.
Rastî ewe ku li Îranê wek rejîm bo xwe dibêjê stratjiya wan a derkeftina ji Sûriyeyê nîne. Dikarin di nava qeyrana Sûriyeyê de bifetsin. Lê welatêkî wek Rusya parastine berjewendiyê xwe dike û ji bo derketinπe dikarê bi rengê li hevkirin, li gel hêzên mudaxeleger û amade li herêmê pêk bînê.
Lê rejîma Îran hem di asta herêmî û hem jî di asta cîhanî de bi gelêk pirsgirêkan re rû bi rû maye. Pirsgirêkên nawxweyî û qeyranên aborî, siyasî, civakî, nebuna demokrasiyê û hwd. dikare rejîma Îranê bixe nava tengasiyan. Lê pirsgirêka esasî ewe ku di vê rewşê de hin jî di înkar, îmha û binpêkirana mafê netew, bawerî û hemû pêkhateyên civakî de bi israre. Ev jî tê vê wateyê ku di wan guhertinên ku heremê girtiye naw xwe, ew du rejîm dibejin terz û rêbazê, siyaset û zêhniyeta me pêwîste wek xwe berdewam be û her kes vê rastiyê bipejirîne.
Li Sûriyeyê esas Esed bo xwe êdî gihîştiye vê baweriyê ku ne dikarê berdewam bibe û ne jî dema wî maye, tenê rejîma Îranê ye ku nahêlê Esed derkevê û meydanê wala bike. Ji ber wala kirina meydanê ji aliye Esed ve, ji bo wan tê wateyê ku ev jî pêwîste ji vê saheyê derbikevin.
AKP’ê di despêkê de xwest gelê Kurd ê li Kurdistanê aware (koçber) bike, an gelê cîh û warê xwe berde û bireve an jî wê reşkujî li ser van pêk bihatiba. Gel koçberî dereweyî Kurdistanê nebû, hem aliye fizikî û hem jî aliye siyasî ve reşkujî li ser gel pêk hat. Anha jî bi gotina AKP di refrandomê de niwê Tirkiye gotin “NA” lê hertiştî dibêjê ku rastî ne ewe ku AKP dibêjê. Lê îro şunda ne di asta navneteweî de û ne jî di asta herêmî û li Tirkiyeyê re êdî siyast bi vî rengî nabe. Ne gel û ne jî muxalif wek berê nakin. Êdî sİyaseta Tirkiye û Îranê dikare van ber bi şerê sêyemîn ê cîhanê we bibe.