Li Selahedînê di bin Serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wezîr û parlementerên Kurd ên li Bexdeyê civiyan û di civîna de mijarên girîng hatin niqaşkirin. Piştî civînê, biryarek ji 8 xalan pêk tê girtin û bi biryarnameyekê hate aşkire kirin.
Xalên biryarê Biryarên hatine girtin:
- Piştgîriya xwe ji bo lidarxistina kongreya nîştimanî ya ku, biryare bi mebesta danîna bingeha damezrandina dewleteke fedral û demokratîk di çarçûveya destûra bingehîn ya Iraqê û prensîbên bihevre jiyan û şeraketa rastteqîne di wan rojan de were lidarxistin diyar kirin.
- Bi esas girtina peymana Hewlêr û peymanên din yên ku, di navbera aliyên siyasî de hatine îmzekirin, parastina lihewkirina siyasiya Iraq û tekez kirin li ser prensîbên hemû aliyan pejirandiye.
- Lez kirin di pejrandin û cîhbicîh kirina wan qanûnên ku, bi damezraweyî kirina Hikûmeta Iraqê pêwîstin.
- Çareser kirina pirsgirêka komisyona bilind ya hilbijartinan ku, di meha nîsanê de dema vê bi dawî dibe.
- Aşkirekirina metirsiyên rewşa Deverê û çaweyiya nizîkatî kirin bi wan metirsiyan re.
- Nirxandina bûdçeya sala 2012an ya Iraqê û ev pêşniyar û nêrînên ku, ji aliyê Hikûmeta Kurdistan û Parlementerên Kurd ve hatine pêşkêşkirin.
- Bihêztirkirina mekanîzma karkirina Nunerên Kurd yên li Bexdeyê.
- Tekez kirin li ser cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra bingehîn a Iraqê ku, demeke dirêje nehatiye cîhbicîhkirin.
HEWLÊR