BERHEM LETÎF / ROJNEWS / SILÊMANÎ
Endamê Rêveberiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Ebûbekir Helednî got, ji ber Kurd ne yekgirtî ne hêzên navneteweyî hesabê Kurdan nakin.
Endamê Rêveberiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Ebûbekir Helednî têkildarî biryara Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê ya derbarê doza PKK’ê de û biryara Emerîka ya li dijî 3 pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê de axivî.
Di 15’ê Mijdarê Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê eşkere kiribû ku PKK bi neheqî ketiye lîsteya terorê, lê tevî vê yekê jî careke din biryar dabû PKK di lîsteya terorê de bimîne. Emerîka jî ji bo bandorê li biryara dadgeha Ewrûpayê bike tam jî li rastê birêveçûna doza PKK’ê li Ewrûpayê biryara girtina 3 pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê derxist.
Ebûbekir Helednî siyaseta Ewrûpa û welatên Rojavayî ya li hember PKK’ê weke siyaseteke durû bi nav kir û got: “Welatên Ewrûpa dest ji berjewendiyên xwe bernadin û berjewendiyên xwe li ser hemû prensîban re digirin. Ewrûpa dizane ku Kurd ji bo nasnameya xwe têkoşîneke rewa didin. Ev jî mafê 40 milyon Kurd e. Heya niha jî zimanê Kurdî qedexe ye.”
Hingî wê me cidî bigirin
Helednî sedema van biryarên li dijî gelê Kurd jî bi neyekbûna hêzên Kurd ve girê da û wiha peyivî: “Ew dûrbûn û pêşbaziya di navbera hêzên siyasî yên Kurd de hene û tunebûna yekîtiyê, dike ku Kurd li derdora stratejiyeke netewî necivin. Ji ber em ne hevgirtîne, em nikarin bandorê li biryarên navnetewî û civaka navnetewî bikin. Eger em bixwazin biryarên me cidî werin girtin, divê em peyamên hevbeş bidin û li hev bi civin. Ev jî ancax bi kongreya netewî pêk were. Divê êdî pêkanîna stratejiyeke netewî ji bo hêzên Kurdî bibe xaleke girîng.”