Dadgeha Şêwirmendiyê ya Holandayê, miracaeta penaberiyê ya eskerekî payebilind ê Tirk, bi sedema ku di salên 1990’î de li herêmên Kurdistanê ‘li dijî mirovahiyê sûc kiriye’ red kir.
Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê, bi hezaran kes ji Tirkiyeyê reviyan û xwe li welatên Ewrûpayê girtin. Reva ji Tirkiyeyê dewam dike. Di nava kesên ku daxwaza penaberiyê li Ewrûpayê kirine, gelek esker û polîs jî hene.
Endamekî Hêzên Bejahî yên Tirk di dema miracaeta xwe ya penaberiyê de ji Wezareta Welatîbûn û Koçberiyê ya Holandayê re behsa wê yekê kir ku di salên 1994 û 1995’an de li herêmên Kurdan wezîfe kiriye.
Wezareta Koçberiyê ragihand ku artêş û hêzên ewlekariyê yên Tirk bi taybetî di salên 1994 û 1995’an de li herêmên Kurdan “sûcên li dijî mirovahiyê” kirine û bi vê hincetê daxwaza penaberiyê ya wî eskerî red kir.
Piştî vê biryarê, parêzerê esker biryar bir ber destê Dadgeha Herêmê ya Amsterdamê. Dadgehê jî diyar kir ku tenê hêzên taybet ji sûcên li dijî mirovahiyê berpirsyar in û biryara redkirina miracaetê qebûl nekir.
Herî kîm haydar bû
Wezareta Welatîbûn û Koçberiyê ya Holandayê jî israr kir ku kesê navbirî “li dijî mirovahiyê sûc kiriye” û miracaetî Dadgeha Şêwirmendiyê kir.
Wezaretê di parêznameya xwe de got, “Li gorî raporên li ber destê me, artêş û hêzên ewlekariyê yên Tirk bi taybetî di salên 1994 û 1995’an de li Başûrêrojhilat sûcên li dijî mirovahiyê kirine.”
Di raporê de her wiha hat gotin, “Ji payeya kesê ku miracaet kiriye û ji gotinên wî yên di dema miracaetê de tê fêhmkirin, ev kes, herî kêm haya wî ji sûcên li dijî mirovahiyê heye. Mirov pê ne bawer e ku di dema wezîfeya xwe de haya wî ji van sûcan tinebe.”
Dadgehê Şêwirmendiyê: Wezaret li ser heqiyê ye
Dadgeha Şêwirmendiyê jî rapora wezaretê qebûl kir û ev biryar da: “Hem artêşê hem jî jendermeyan di valakirina gundan de yekser cih girt. Ji ber vê yekê, argumanên ku Wezareta Koçberiyê pêşkêş kirin, rast in. Biryara dadgeha destpêkê jî şaş e.”
Dadgeha Şêwirmendiyê hikum da ku ev biryar ji bo hemû esker û polîsên ku di salên 1990’î de li Kurdistanê wezîfe kirine, lê ye.
Biryareke bi heman rengî sala 2012’an hatibû dayîn. Endamekî Hîzbullahê ji bo penaberiyê miracaetî Buroya Koçberiyê ya Biyaniyan a Haarlemê dabû û bi hinceta ku “sûcên li dijî mirovahiyê kiriye” miracaeta wî hatibû redkirin. Wezareta Koçberiyê hîna jî vê biryarê esas digire û miracaeta polîs, esker, efser û endamên Hizbullahê li gorî vê pîvanê dinirxîne.
AMSTERDAM