Parêzer Eren Keskîn, diyar kir ku di îstîsmara zayendî ya li Êlihê de “sûcê herî mezin ê pergala dadgeriyê ye ku kesên îstîsmara li dijî zarokan pêk tîne, nagire.”

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) û parêzera N.Ç. Eren Keskîn îstîmara zayendî ya li Êlihê li dijî zaroka bi navê G. a 14 salî pêk hatî nirxand û got, bûyera li Êlihê pêk hatî wekî bûyera sala 2002’yan li Mêrdînê li dijî N.Ç. ya hêj 13 salî ye, ya ku rastî rastî îstîsmara cinsî ya 28 kesan hatibû.

‘Sûcê herî mezin ê dadgeriyê ye’

Keskîn got, “Berê jin û zarokên keç ên aliyê dijber didin fuhuşê, ev polîtîkayek e. Ji ber wê yekê bûyera Êlihê jî divê wiha were nirxandin. Me beriya niha jî bûyerên bi heman rengî dîtin. Bûyera N.Ç. a li Mêrdînê ya ku hemû raya giştî pê dizane heye. Bûyera li Êlihê rûdayî, asta dawî ya nihêrîna hiqûqa zilamên desthilatdar e. Em behsa zarokeke piçûk û gelek zarokên din dikin. Zarokên piçûk rastî îstîsmara zilamên mezin tên, ruh û bedena wan ji aliyê van kesan ve tê birîndarkirin. Çeteyek heye ku ji komek zilamên li herêmê darîçav pêk tê û di ser zarokan re pere qezenc dikin. Li vir bûyereke pirr alî heye. Bûyerek e ku sûcdarê wê diyar e. Lê li vir sûcê herî mezin ê pergala dadgeriyê ye ku kesên zarokan îstîsmar dikin, nagire. Ji ber ku ev rê li ber sûcên din vedike. Ev mirov di rastiyê de sûcê li dijî mirovahiyê dikin. Di berdêla pere de bi zarokeke piçûk re bûyîn, maneya vê çi ye? Sûcê herî mezin, sûcê îstîsmarê ye. Lê wekî ku sûcê dikin xwezayî ye, ev mirov bêyî girtî bin, tên dadgehkirin. Ji ber ku ew zilam in, mafê wan heye û ev dadgeriya zilêm wan diparêze.”

‘Berdêla wicdan exlaq e’

Keskîn, da zanîn ku wê demê jî hîna N.Ç. zarok bû li gel zarokên din fuhûş pêdan kirin û wiha pêde çû: “Wê demê jî kesên sûc kirî, kesên darîçav ên wekî esker, polîs, siyasetvan, midûr hemû mirovên ji civakê bûn û 2 jin hebûn. Ev herdu jin ji ber zarok li hemberî pere dane zilaman dihatin sûcdarkirin. Hemû zilam bêyî ku girtî bin, hatin dadgehkirin û di encamê de 3-4 sal cezayên piçûk li wan hatin birrîn. Lê herdu jinan her yekî ji wan 9 sal ceza wergirtin. Hinceta wê jî wekî jiyaneke bê exlaq bihurandine, hat nîşandan. Dîsan têgînek exlaqî ya zilamparêz dan pêşiyê. Ger exlaq heye tenê wicdan e. Li gorî min kesekî bêwijdan be bê exlaq e. Berdêla wijdan exlaq e. Ji bilî vê ji xwe qaîdeyên exlaqê, her kes li gorî xwe çêdike. Ji ber vê yekê têgeha exlaq a zilamê desthilatdar dibe sedema mexdûriyeta gelek jin û zarokên keç.”

Heta mirinê trawma

Keskîn, anî ziman ku di bûyera N.Ç. de çawa dadgehê got, daxwaza zarokekî piçûk jî heye û biryar girt, negirtî sûcdar bên dadgehkirin, di vê bûyerê de jî ji ber feraseta dadgehê ya daxwaza wê jî hebûye û wiha axivî: “ Dibe ku ew kes 2 salan li girtîgehê bimîne û derkeve; lê ve zarok heta dawiya jiyana xwe trawmakirî dimînin.”

Li Êlihê piştî ku zaroka bi navê G. a 14 salî îfade da dozgeriyê, lêpirsîn hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de kesê bi navê Yildiz Ç. ê ku bi zorê fuhûş pê dakirin, esnaf Şakîr A., keya Abdulkadîr T, û kesekî ku navê wî nehat zanîn, hatin girtin. Dozgeriyê biryara veşartîbûnê danî ser dosyayê.


 STEMBOL