Lîderê Partiya Sor a Norwêcê (Rodt) Bjornar Moxnes ji bo îdîayên der barê bikaranîna çekên kîmyewî bi destê Tirkiyeyê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin, bikeve rojeva navneteweyî. Wî ji Norwêcê xwest bikeve nava hewldanan.
Moxnes ji rojnameyê re axivî û got, “Îdîaya der barê bikaranîna fosfora spî yan jî çekeke din a kîmyewî li dijî sivîlan gelekî mezin e ku tişta herî rast a divê bê kirin lêkolîna mijara bikaranîna çekên kîmyewî ye.” Wî wekî din bal kişand ser nûçeyên Newsweek û The Timesê ku dibêjin welatên NATO’yê li dij in ku bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê bê lêkolîn.
Moxnes ji Soreide xwest ku mijarê bixe rojeva civîna NATO’yê û sûcên li dijî sivîlan bên lêkolîn.
ANF/OSLO