
Rejîma Îranê li hemberî gelê kurd yê Rojhilatê Kurdistanê polîtîkaya darvekirinê bi tundî dimeşîne. Tevî cezayê îdamê niha jî xwe amade dike ku girtiyên siyasî yên kurd Zanyar û Loqman Mûradî yên pismamê hev in û li Girtîgeha Gehwer Deşt a bajarê Kerecê tên ragirtin di nav çend rojan de dar bike. Hat zanîn ku Zanyar Mûradî hîn nebûye 18 salî.
´Li bahaneyan digerin´
Bavê Zanyar Mûradî Îqbal Mûradî da zanîn ku rejîma Îranê ji bo îdamkirina zarokên wan li bahaneyan digere. Îqbal Mûradî da zanîn ku bi tewanbarî û îdîayên bê bingeh dixwazin zarokên wan darvekirin û weha got: “Pêşî gotin ku zarokên me sîxûrên Îngilîstanê ne û ji ber têkiliya wan bi rêxistinek Kurd re heye hatine girtin. Piştre gotin ku kurê we kurê mela kuştine. Di dadgeheke ku tenê 15 deqe dewam kir de cezayê îdamê li zarokên me birîn. Herî dawî Wezareta Sîxûriyê ya Îranê bang li mela Îmam Cûma kirin ku biçe Tehranê. Li wir xwestine ku mele razî bikin ku îfade li ser zarokên me bidin. Di misilmantiyê de bêbextî guneh e. Em hêvîdar in ku mela vê guhehkariyê nake. Tevî van îdîayan, zarokên me di zîndanê de rastî îşkenceyê hatin. Qaşo xwestin sucên wan bi wan bidin îtîrafkirin. Lê heta niha tu tiştek weke delîla suc nehatiye dîtin ev hemû zextên siyasî yên li ser girtiyên siyasî ne. Divê rejîma Îranê li hemberî kesên ku weke wê nafikirin tehemûl nîşan bide."
Hîn nebûye 18 salî
Dayika Zanyar Mûradî Amîne Qadirî jî banga hestyariyê li parêzvanên mafê mirovan û gelê kurd kir. Dayik Amîne Qadirî da zanîn ku kurê wê Zanyar Mûradî hîna nebûye 18 salî û got ku kurê wê tevlî tu çalakiyên çekdarî nebûye. Dayik Amîne wiha got: "Kurê tenê ji ber ku Kurd bû rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê birî. Tevî ku tu delîleke sûc tune bû jî di dadgehê de ew bi sixûrtiyê hatin tawanbarkirin. Loqman û Zanyar rastî îşkence û mûameleyên dijî mirovahiyê hatin. Xwestine van sucan bi îşkenceyê bi wan bidin qebûlkirin.Em li hemberî vê neheqiya li hemberî zarokên xwe bang li raya giştî dikin ku bihîstyar bin.” Dayik Amîne Qadirî da zanîn ku yên tawanbar û sucdar ne zarokên wan in û sûcê herî mezin cezayê darvekirinê ye û weha got: “Darvekirin sucê mirovahiyê ye. Em bang li her kesê dikin ku dijî van pêkanînên dewleta Îranê dengê xwe bilind bikin.
3 sal in girtî ne
Zanyar û Loqman Muradî 17’ê Cotmeha 2009’ê li Merîwan hatibûn girtin û piştî 9 mehan li girtîgehê rastî êşkenceyên giran hatin, di 22’ê Mijdara 2010’ê de bi îdîaya sûcê "Muharib" ango “dijminahiya Xwedê”, cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn. Ji sala 2007´an ve rejîma Îranê 10 girtiyên siyasî yên kurd bidarve kirin.
SEYDO BOSTANCI / ANF/SILÊMANÎ