Di êrişa dewleta Tirk de endamê rêxistina “free Burma rangers” a alîkarya insanî ya ji Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê jiyana xwe ji dest da. Ev rêxistin li Myanmar, Sûdan û Iraqê bi pirranî alîkariya insanî bi wê rêyê dike ku piştgiriyê bide saziyên civaka sivîl ên demokratîk û wan di warê alîkariya tibî û insanî de perwerde bike. Ji dema dagirkeriya dewleta Tirk ve rêxistin li Rojava jî di nava şertên zehmet de alîkariya insanî dike.
Maşîna komê ya ku bi hewara tibî ve diçû li gundewarên Til Temirê kete ber êrişa topab a dewleta Tirk û çeteyên wê. Di encama êrişê de ji xebatkarên rêxistinê yê alîkariya tibî, Zaw senk ê 37 salî yê ji Taylandê jiyana xwe ji dest da. Di topbarana dewleta Tirk de xebatkarekî din ê rêxistinê jî birîndar bû.
Li gor hiqûqa navneteweyî, hedefgiritina tîmên tenduristiyê sûcekî şer e. Artêşa Tirk di dema dagirkeirya xwe de li Girê Spî jî 3 xebatkarên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd bi komî kuştibûn û ev jî yek ji sûcên şer ên dewleta Tirk e.
HESEKÊ