Derbarê Parlementera HDP’ê Dersîm Dag a 85 rojan li dijî tecîdkirina Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ma, ji ber ku di 19’ê Çile de beşdarî mîtîngê bûye û di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser grevên birçîbûnê, bi hinceta “Pesnê Leyla Guven daye”, fezleke hat amadekirin.
Di fezlekeyê de, gotinên Dag ên derbarê grevên birçîbûn û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 200 rojan di greva birçîbûnê de, sûc hatin hesibandin. Dag ji bo tevlîbûna mîtînga di 19’ê Çile de di 17’ê Çile de banga beşdarbûnê kiribû. Ev banga Dag jî sûc hatiye dîtin.
Di fezlekeyê de hat gotin: “Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi ‘Fermana KCK’ê’ dest bi greva birçîbûnê kiriye û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî xwedî li vê fermana KCK’ê derketiye. Dersim Dag, di raya neteweyî û navneweteyî de bi awayekî pesnê wê bide, Leyla Guven nirxandiye û hewl daye çalakiya wê rewa nîşan bide.”
Di fezleke de hat xwestin ku bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê” kiriye, mafê destnedayîna Dag bê rakirin.
MA / AMED