Li Tirkiyeyê rûniştina dozê ya li dijî damezrênerê darbeya 12’ê Îlonê Kenan Evren û Tahsîn Şahînkaya hatibû vekirin destpêkir. Ji bo vê jî, van rojên dawî, li televîzyonan, li rajnameyan, li ser rupelên înternetê û li hemû sazî û navendên çapameniyê li ser 12’ê Îlonê nîqaş têne kirin. Ji ber heta niha, kesên ku 12’ê Îlonê di rih, mêjî û bedena xwe de jiyane, dilê wan bi êş û janên vê darbeyê şewitiye.
 Di nîqaşên dawî de pirsgirêka herî girîng jî rastîya vê dadgehkirinê ye. Li ser vê gelek nîqaş tên meşandin. Kes ne bawer e ku li dadê 12’ê Îlonê were dadgehkirin û ji berpirsiyarên 12’ê Îlonê re gorî wateyê wê, gorî giraniya wê ceza were dayîn.
Carna mirov xwe ji hiquqê, ji qanûnan, ji sîyasetê vediqetîne û difikire; gelo çi ceza were dayîn ku êşa van neheqiyên ewqas dijwar ku mirov nikare bi hevokan bîne ziman paqij bike? Lê em dibînin ku hin caran pirsên wisa bêbersiv dimînin. Lewma ji bo hîn sûcan ceza têrî nake û cezayê wan nîn e. Lewma berovajî zanîna hezar salan, ceza ne li dijî sûcê ye. Lewma mirov hin caran dikare sûcên wisa bike ku, ne tenê xwe, malbatê wî/ê jî, eşîra wî/ê jî, civat û welatê wî/ê jî nikarê bandora wî sûcî ji holê rake. Mirov nikare di dewsa hin sûcan de cezayekî dijwar yê qasî wî sûcî bibe ku wî sûcî ji holê rake. Tevî ku însan ewqas ´jîr e´ nikare vê bike.
Ji ber vê yekê diyar e ku em nikarin bi cezakirina Evren û Şahînkaya bandora 12’ê Îlonê ji holê rakin. Lê niha dadgehkirina 12´ê Îlonê çima pêwîst e? Ev dadgehkirin tê çi wateyê? Ya din jî, dadgehkirineke rastî wê çawa pêk were? Yanî em bêjin ku bi rastî jî dadgeh hem Evren, hem jî Şahînkaya weke sûcdar hesiband, wisa îlan kir û ji wan herduyan re jî cezayê herî mezin, yanî heta mirinê cezayê zindanê da, gelo wê demê ev dadgehkirin bi rastî jî dibe dadgehkirineke rastî?
Her kes dizane ku sîstema ku piştî 12’ê Îlonê li Tirkiyeyê hatiye sazkirin, ne tenê sûcê wan herdu dîktatoran e. Hin kesên din yên sûcdar jî di nav wan de hene. Lê pirsa herî girîng ya ku em bipirsin ev e: Ew kesên din kî ne? Em dizanin ku ew hin kesên din jî ne tenê rayedar an jî berpirsiyar in. Em kesên xwedî pratîk jî tevlî van bikin, dîsa jî nikarin bigihêjin hêjmara hemû sûcdarên 12’ê Îlonê. Wê demê em ê sûcdar û nesûcdaran çawa ji hev veqetînin? Em ê çawa bikin ku xwe ji bandora 12’ê Îlonê biparêzin?..
Her kes dizane ku di 12’ê Îlonê de ne tenê eşkence, ne tenê kuştin, ne tenê tecawiz, tevahî sûcên li dijî mirovahiyê pêk hatin. Ên ku şîdeta herî mezin ya 12’ê Îlonê dîtin jî, yên ku piştî 12’ê Îlonê ji dayik bûne. Ji ber ku 12’ê Îlonê, roja 12’ê Îlonê dest pê nekir. Piştî ku sîstema 12’ê Îlonê hate sazkirin, darvekirin, kuştin û wendakirin dest pê kir. Tam di wê demê de însanetî ji holê rabû, ma ev ne sûcê mirovahiyê ye? Piştî ku sîstema 12’ê Îlonê hate sazkirin, tevahî nirxên mirovahiyê hatin binpêkirin û zarokên 12’ê Îlonê ya zelûl ji wan qet yek nedîtin, nasnekirin. Ma ev ne işkencekirina zarokan e? Niha em dibînin ku çand perçe bûye. Di gotinê de jî „çanda gel“ têk çûye, „çand“ bi navê xwe tirs dide dil, „gel“ tirs dide dil, ma ev ne îşkence ye? Huner wenda bûye. Hunera azad, (ji xwe heke xebatek an jî em bêjin berhemek azad nebe huner jî nîne), hunera azad ji holê rabû. Yên ku niha tên çêkirin û wekî huner xuya dike, dişibe hunerê, tama hunerê jê tê, lê tu dinêrî bi rih û dil ne huner e. Ji ber hunera ku li ber xwe nede, li hemberî zilm û zordariyê nasekine, li hemberî rayedar û fermandaran tirsonek be û ti pêyvek nebêje, eşkenceya herî mezin e. Sînema, muzîk, şano, wêje, rojnamevanî, bijîjkî, xwendin û nivîsandin, ji aliyê zanyariyê bigirin heta karên rêvebirina zaningehan her tişt ji bo aboriyê, li dora aboriyê tevdigere. Her kes bûye dizê her kesî, her kes dixwaze ji her kesê tiştek bidize û xwedî tiştekî bibe. Ên ku paşve man bila bimirin baştir e. Wekî ku Adam Smith gotibû, „Dev jê berdin bila herin, dev jê berdin bila derbasbibin“, her kes dixwaze ji her kesî derbas bibe, çiqas kes li paşiya te bimînin, tê ewqasî qezenc bike.
12’ê Îlonê sûceke wisa ye, lewma hewceye ku ji bo 12’ê Îlonê dadgehkirineke li gorî giraniya van tiştan were çêkirin. Karl Marks, ji bo mafê xwêdana karkeran digot: „Ji bo ku karkertî ji holê rabe û zilma însan li ser însan nemîne şoreş hewceye, lê karker ne ehmeqin ku heya wê rojê razên.Eger ji bo mafê xwêdana xwe ya îro jî dereng nemînin, dengê xwe rakin û ti rehetî nedin dagirkeran.“ Li gorî nêrîna min jî gelê ku zilma 12’ê Îlonê dîtine hewceye îro nesekinin, Evren û Şahînkaya di cihê xwe de rehet nehêlin, bêhizûr bikin, lê ji bo bidawîkirina bandora 12’ê Îlonê jî divê wek gel, weke civak, bi salan xwe li ava Lolanê bişon.