Komîteya Amadekar ya 1. Festîvala Fîlman ya Duhokê ya Navnetewî, ji hunermend Mehmet Masum Suer xwest ku pêşangeha xwe bi taybetî ji bo sînemavan û mevanên bîyanî ku wê ji bo festivalê werin Amedê, di festîvalê de ji veke. Suer, ev daxwaz pejirand. Pêşangeh di navbera 9 û 16'yê Îlonê de li Salona Kongreyan ya Zanîngeha Duhokê (Hola Kongreyan Zankoya Duhokê) wê vekiri bimîne. Suer, diyarkir ku, ji ber ku bajarekî weke Amedê ku di dilên Kurdan de cîhekî wê yê taybet heye çanda Kurdî hem bi gelê Kurd û hem jî bi cîhanê dide nasîn serbilind e û kêfxweş e. Suer pêşangeha xwe ya bi navê 'Çanda Kurd' ku ji 55 wêneyan pêk tê jî di navbera rojên 7 û 9'ê Îlonê de li Emerîka, li paytexta eyaleta Tennessee li Nashvilleê vedike. Pêşangeh, wê di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Hunera Kurd ku ji aliyê Enstîtuya Kurdistanê ya Çandê û Zanîngeha bajarê Nashville ve hatiye amadekerin vedibe. Pêşangeha Suer wê di salona Zanîngeha Nasvilleê were nîşandan. Li ser navê Kurdan li Emerikayê cara yekem e ku mîhrîcanek hunerî tê sazkirin.
azîyên Kurd ên li Emerîkayê hewl didin ku li çend bajarên navendî yên Emerîkayê yê din jî pêşangeha Mehmet Masum Suer were vekirin.
AMED