Wênekêş Suer, ji bo sponsorî û alîkarîya Şaredarîya Amedê a ji bo pêşangeha wî ya bi navê 'Wêneyên BehnKurdî' spasîyên xwe û du wêneyên xwe jî weke dîyarî pêşkêşî Baydemir kir. Hunermend Mehmet Masum Suer, di serlêdanê de derbarê xebatên xwe yên sala çûyî de û projeyên xwe ên sala nû de jî agahî da Baydemir. Suer, got ku, ew dixwaze pêşangeha 'Wêneyên BehnKurdî' di rojên pêş de di serî de li Istembolê û li çend welatên Ewropayê jî veke. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemir jî, ji bo pêşketîna hunera Kurdî ya di her warî de kêfxweşiya xwe anî ziman û wênekêş Suer ji ber xebatên wî pîroz kir. 

DÎHA/AMED