Sûka Cerablûsê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hat şewitandin. Her wiha çeteyan bi darê zorê gelek kes koçber kirin û li malên wan bi cih dibin.
Kiryarên hovane yên komên çete yên artêşa Tirk a dagirker, ên li herêmên Şehbayê yên dagirkirî, bi rengê bi darê zorê koçberkirin, hilweşandina cih û waran, û şewitandina malan didome.
Li gorî agahiyên çavkaniyên ji herêmê, pêr êvarê dema ku dikandarên li sûkê li ber kirinên komên çete yên mîna talankirin, revandin, bi çekan çûnûhatinê rabûn, komên çete agir berdan sûkê.
Koma çete ya bi navê Lîwa Sûltan Mehmet Fatîh jî bi darê zorê, şêniyên gundekî Ereban ê bi navê Fîxe ya gundewarên rojhilatê Helebê, koçber kirin da ku malbatên xwe lê bi cih bikin. Her wiha 4 kesên ku ji serçeteyên komên Lîwayê, daxwaza kirin ku malên wan li wan vegerînin, hatin revandin û nayê zanîn ka aqûbeta wan çi ye. Gundiyan diyar kir ku kesên ku daxwaza malên xwe kirin, bi îçftîraya sîxûrên rejîma Sûriyeyê ne, hatine revandin.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN