Di serdema dawî ya Fatimiyan de, belkî jî wan rojên ku Fermamdarê Kurd Şêrko û biraziyê wî Selahedînê Eyûbî bi hewara Fatimiyan ve hatibûn li dijî êrişên Cenewîziyên ji Îtalyayê, hosteyên herî baş ên paytext Qahîreyê, ji krîstalê sê sulahî çêdikirin. Xemilandina sulahiyê ji krîstalê jî weke çêkirina rolyefan bi verotinê çêbûye. Li jêra wê bi nivîsa kufî navê xwediyê sulahiyan hat hildan. Di navenda xemlê de çinarek heye. Sala 1576´an destikê wê şikestiye û di sedsala 18´an de sulahî şikestiye. Weke vî sulahiyê pêncên din jî hene. Yek jê li Qesra Pitti ya Floransayê ye, diduyên din di Xizna Saint Mark a li Venedîkê ne, yek li Muzeya Victoria û Abert a li Londonê ye û yeke din jî li katedrala Fermo ye. Ev nimûneya hanê bi xwe li Fransayê, yek ji dewlemendiyên xizneya manastira Saint Denisê ye.

 

PARIS