Oldarên Elewî û Sunî yên ku li Tirkiyeyê ne derbarê referandumê de axivîn û hişyariyên kirin ku dema welatî deng bi kartînin divê baldarbin. Oldarê Sunî Îbrahîm Yuce ku ev 30 sale girêdayî Wezareta Karên Diyanetê melatiyê dike diyar kir ku kesên di referandumê de deng bi kartînin divê bikaribin bi vîna xwe ya azad deng bikar bînin. Yuce da zabîn ku dema mirov biryarê dide divê li aliyê rastiyê be.
‘Em li gel mezlûman e’
Yuce, bi lêv kir ku peywira dewletê ew e ku alîkariyê bide kesên ku biryara xwe bi vîna xwe digire û wiha got: “Di îslamê de jî tê gotin di mijarên ku hûn bên cem hev û biryar didin de nîqaş bikin û biryara rast bidin. Tişta şaş be ji aliyên xwe re bêjin. Tercîha me aliyê rastiyê ye. Tercîha bindest û mazlûman kîjan alî be ya me jî ew aliye.Yekbûn û tenêbûn ya Xwedê ye. Hêz jî tenê aîdî Xwedê ye. Ger kesek dixwaze bibe yek tenê û dixwaze hemû hêzê di deste xwe de kom bike bila bizane ku şîrk dike. Ji ber vê em aliyê rastiyê ne.”
Elewî li ser a xwe ne
Serokê Komeleyên Çanda Elewî û Pîre Elewî Hasan Kilavuz jî da zanîn ku daxwazên azadî û wekheviyê yên Elewiyan ne hatine pêşwazîkirin û wiha pêde çû: “Elewiyan tu carî dest ji xwestekên xwe bernedana. Wekî kalekî Elewî dibêjim ku divê mirov hestên xwe yên derbarê paketa guhertina qanûna bingehîn bi vekirî bînin ziman. Li pêşberî ne guhertinên qanûna bingehîn ku dê gelek tiştan bibe û gelekan bîne heye. Li ser vê axê em dijîn. Divê her kes bihizire ez qanûn derdikevin lê ji bo çi dê çi ji zarokên min re bîne divê hemû kes wiha bihizire û biryara xwe bide.” Kilavuz, da xuyakirin ku gelê Elewî li dijî kombûna hêz a di destê zilamekê de bi hestiyar tevdigerin û wiha axivî: “Rêberên vê riyê (elewîtiyê) tu caran serî li dijî siltan û qesran nedanîn û mehkûm nebûn. Di baweriya me de tiştek wiha nayê pejirandin. Divê hemû aliyê civakê di referandumê de dengê ‘Na’ bikar bînin. Ez bawer dikim ku dê gel biryara rast bide. Vî welatî gelek ji qesr û siltanan kişand. Divê siltanî venegere. Gel dê destûr nede talanê. Ger gel dixwaze li welatê me jî demokrasî hebe divê vîna meclîsê ya ku hilbijartiye radestî kesekê neke.”
MÊRSÎN