Ev acûrek yan jî tuxleyeke ji bo lêkirina xaniyan; lê ne yê îro ye. Ji beriya 4 hezar salan maye. Cihê lê hatî dîtin, bajarê Sumeriyan Ûrîm e, lê ji serdema wê ya Akadiyan, yanî dema ku jê re digotin Ûr maye.
Ev acûrê hanê ji bo lêkirina zîgûrata bajêr hatiye bikaranîn û li ser bi nivîsa bizmarî, mohrek hatiye danîn. Bi qasî ku lêkoler li ser li hev dikin, bi awayekî tesadûfî mohreke din jî li ser çêbûye. Ew jî şûnpêya seyekî ye; ya rastî dewsa herdu piyên pêş ên seyekî ne nêzî koşeya li jêr a çepê.
Ev mohra nivîsa bizmarî nîşanî me dide ku ev mohra kralê hingê Ûr-Nammu ye. Ji serdema xanedana 3´yem a Ûrê ye. Ev acûr bi çarçik e, û kenara wî 38,5 santîmetroyan dirêj e. Stûriya wê jî 6 santîmetro ne.
Sala 1935´an di dema kolanên li deverê ev acûrê hanê hatiye dîtin ji aliyê Sir Leonard Woolley û niha ne li welatê xwe, lê li navenda împeryalîst a ku ew welat kiribû Kolonî, yanî li Londonê, li British Museumê ye.
LONDON