Hevserokê Konseya Rêveber ê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik diyar kir ku Qatar bi rêya çavkaniyên xwe yên madî hem Ereb parçe kirine, hem jî bi biçekkirina çeteyan xizmet ji rûdana terorê re kiriye. Bayik destnîşan kir ku Qatarê ev yek herî zêde bi rêya Erdogan kiriye û got: “Ji ber ku ‘şirîkên hev ên gunehan’ e, Serokkomarê Tirk Erdogan piştgiriyê dide Qatarê.

Hevserokê Konseya Rêveberê KCK’ê Cemîl Bayik bû mêvanê bernameya “Ulkeden”(Ji Welêt) a News Channelê û rojev nirxand.

 Bayik diyar kir ku Kurd êdî li Rojhilata Navîn hêza şer û aştiyê ne û dest nîşan kir ku çareserî jî wê piştî rizgarkirina Reqayê bikeve rojevê. Ji ber ku Reqa wê xala diyarker be.

Her wiha Bayik bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk ên girtin, operasyonên dagirkirinê, koçberkirin, hilweşandin û guhertina demografiyê û got, qanûnên navneteweyî hatine binpêkirin. Bayik diyar kir ku Tirkiye ne xerîbê dagirkirin, talan, komkujî, sirgûn û girtinê ye û Qirkirina Ermeniyan, komkujiyên Rûm, Asûrî û Suryaniyan ên berî û piştî Şerê 1. ê Cîhanê hatin kirin, bi bîr xist. Bayik got: “Piştî van qirkirinan, dest bi komkujiya Kurdan hatiye kirin.”

Bayik anî ziman ku desthilatdariya heyî ya Bahçelî-Erdogan, ne tenê qirkirinê dike, di heman demê de hewl dide vê yekê bike malê bingeha civakî û ragihand: “Hewl didin civaka Tirkiyeyê jî bikin şirîkê vê qirkirinê.

Divê Amed ji bo Sûrê rabe ser piyan

Bayik işaret bi destwerdana li demografiya Kurdistanê kir û da zanîn ku bi rengekî rêk û pêk hewl tê dayin Kurd ji ser axa xwe bên derxistin û derfetên wan ên jiyanê ji holê werin rakirin. Bayik hilweşandina xaniyên li Sûrê jî bi bîr xist û got: “Dixwazin wê derê bikin taxeke qirkirinê ya mînak. Ji ber ku Sûr tê wateya Amedê. Amed jî tê wateya Kurdistanê. Ji ber vê yekê qirkirin li Sûrê hate destpêkirin. Eger karibin Sûrê ji holê rakin, wê Amed veguhere cihekî ku jiyan lê nabe. Lewma wê jiyan li Kurdistanê bê herimandin. Ji ber ku bi vê zanin, giraniyê didin ser Sûrê. Pêwîst e xwedî li Sûrê were derketin. Divê gelê Amedê ji bo Sûrê rabe ser piyan. Lazim e nîşanî qirkerên Tirk were dayin ku nikarin bi vî rengî bi ser Sûrê ve biçin.”

Gotinên pêvajoyê xeflet in

Bayik diyar kir ku biserketina tifaqa Erdogan-Bahçelî girêdayî qirkirina Kurdan e ji bo vê jî hemû politikayê wan li ser esasên qirkirina Kurdan e û got ev polîtîka çi li hundir û çi li derve zêde encam bi xwe re neaniye.

Bayik anî ziman ku di rewşa heyî de bilêvkirina gotina ‘wê pêvajoyeke çareseriyê dest pê bike’ xeflet e û got, “Di van şert û mercan de guhdarîkirina li gotinên bi vî rengî wê bi kêrî AKP, MHP, Erdogan, Bahçelî û Huda Par were.”

Li Sûriyeyê qirkirina etnîkî dikin

Bayik bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyeyê û êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Kurdan û ragihand, bi taybetî êrîşên li herêma Şehbayê yekser ji aliyê hêzên Tirk ve tên meşandin û got “Bi rêya qirkirina etnîkî dixwazin Kurdan ji wir bavêjin. Tirkiye xwe dispêre têkiliyên taktîkî yên bi Rûsya, Sûriye û Îranê û bi vî awayî hewl dide li wir bi cih bibe.

Çareserî piştî Reqayê ye

Bayik destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn hêza şer û aşîtiyê Kurd in û got, ”Çareserî ne li hevdîtinên Cenevre û Astanayê, wê piştî rizgarkirina Reqayê bikeve rojevê. Reqa xaleke diyarker e. Tirkiye tevlî Reqayê nehate kirin û bi vî rengî li derveyî polîtîkayên Rojhilat Navîn hate hiştin. Piştî Reqayê, têkoşîna li dijî DAIŞ‘ê wê derbasî qonaxeke nû bibe. Pêkhatina sîstemeke demokratîk li Sûriyeyê wê were wateya hilweşîna faşîzma Erdogan-Bahçelî.”

Erdogan tetîkkêşê Qetarê ye

Bayik, li ser krîza Qatarê jî got Qatar bi rêya çavkaniyên xwe yên madî hem Ereb parçe kiriye, hem jî bi biçekkirina DAIŞ, El Nûsra û Birayên Misilman re xizmet ji rûdana terorê kiriye. Bayik destnîşan kir, Qatarê ev yek herî zêde bi rêya Erdogan kiriye. Bayik ragihand, armanca Erdogan jî ew e ku bi rêya heman hêzan hegemonya xwe li Rojhilata Navîn ava bike û destnîşan kir, Qatar û Erdogan di vê armancê de gihîştine hev. Bayik got, ji ber ku ‘şirîkên hev ên gunehan’ e, Serokkomarê Tirk Erdogan piştgiriyê dide Qatarê. 



Mafekî demokratîk e

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemil Bayik, mijara referandûma serxwebûnê jî nirxand, ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve hatiye rojevê û diyar kir ku referandûm encameke rewşa tengav a li hundir û derve ye û got: “Referandûm mafekî demokratîk e,divê ti kes li dijî vê dernekeve. Lê referandûm bi destekeke berfireh nehatiye kirin û pêkanîna referandûmê di nava giloka pirsgirêkên civakî de, wê serketinê bi xwe re nîne.“



NAVENDA NÛÇEYAN