Sûr-Fest li gundan dewam dike

Kültür/Sanat Haberleri —

Mihrîcana Gundan a Sûr-Fest II bi hevpariya Komeleya Çand Hûner û Wêjê ya Jinan (KASED) û Şaredariya Sûrê û bi piştgiriya CulturCİVİCê tê lidarxistin. Mihrîcan roja duyem li gundê Tilêlek a navçeya Sûrê ya Amedê berdewam kir. Di çarçoveya mîhrîcanê de jin û zarok tev li bernameyên huner û çandê yên mîhrîcanê bûn.

Endamên KASEDê di destpêka mihrîcanê de bi zarokan re li gund geriyan û jinên gund vexwendin atolyeyê. Di mihrîcanê de tevlî jinên gund atolye hat lidarxistin, jinan li ser tişort û çenteyan xêz û boyax kirin. Piştre jî endamên Şaredariya Sûrê û KASEDê bi zarokan re li qada mihrîcanê leyîstok lîstin piştî lîstokan suretên zarokan boyax kirin. Di berdewama mihrîcanê de gel û zarokan li qada mîhrîcanê li ber stranan govend gerandin.

Mihrîcana roja duyem a li gundê Tilêlek bi rêzelîstikên Yenî Sahne Batmanê bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.