Sed sal in li dijî gelê kurd şûr ji kalan hatiye kişandin.

Ji roja ku, li hemberî gelê kurd şûr ji kalan hatiye kişandin,  her cûre rê hatin bikaranîn; her cûre qikirin, kuştin, riyên tunekirinê hatin bikaranîn. Dîsa jî rastiya gelê kurd ji holê ranekirin. 35 sal in dibin pêşengiya PKKê de, gelê kurd, li dijî şûrê zilmê têkoşînê  dike. Gelê kurd bi PKKe reng stand, li rastiya xwe vegeriya,  li hemberî êş û azaran, li dijî înkar û tunekirinê, li dijî kuştin û qirkirinan xwe ji xweliya xwe afirand.
Cîhanê rastiya gelê kurd fêm kir.  Mixabin îdeolojiya tirk, koalisyona Teşkilat-i Esasiya  Gulen  û Teşkilata Neteweyî a Erdogan, ev rastî fêm nekirin.  Gotineke qedîm heye, dibêjin; rûmetdariya herî mezin jibîrnekirina rastiyan e.  Lê dem, hinek rastiyan dide eşkere dike, hinek rastiyan jî dide  jibîr kirin. Lê rastiyek heye ku ne dem, ne dîrok, ne jî şûrê zilmê dikare  ji holê rake. Ew jî rastiya gelan e.  Vêce, rastiya gelê kurd, di nava 35 salan de,  li ser sê stunan hate ava kirin. Yek cografîk e, yek gel e, yek jî Imralî ye. (Îmralî, sererastikirina diyalektîka civaka kurd û felsefeya riya sêyemîn e)
Van sê rastiyan, li hemberî ger cûre inkar û tunekirinê, li hemberî her cûra operasyonên hewayî, bejahî û dîplomatîk, li hemberî her cûra demagojî û komployên hundir û derve, winda nekir.   Di demeke ku li dijî gelê kurdên Rojava, çeteyên paramilîter dihatin organîze kirin, dihatin biçekkirin û bi balafirên barhilgir, bi TIR û komayonên bozingî, , bi kêştiyan çêk û amurên  şer ji wan re dihatin şandin de; oragnîzasyona li dijî gelê kurd  bi nav serûguhên hev ketin. Kura bûkê li wan da û qotik kete nav wan. Wisa xuya dike ku ev şer wê kûrtir berfirehtir bibe. Ji ber ku şer,  encama polîtîqa oriental û dîplomasiya orîental a dewleta AKPê ye.  Aliyekî şer,  xewn û xeyaên hegemoniya Osmanî û radîqalîzma Sedî Qutup e, aliyê din yê şer, hevkariya Teşkîlata Esasî a  Fetullah Guler û Xaçparêziya George Bush e.   Nakokiya navbera organîzasyona li dijî gelê kurd kûr dibe. Wilo xuya dike ku aqubeta Ecewît wê werê serê Erdogan jî. Lê Teşkîlata Neteweyî jî, xwedî mîrateya dewşirmeyan û îdeolojiya Seîd Qutub e, heta dawiyê  wê berxwe bide. Dîse jî kadroyên olîgarşiya teng a li dora Erodgan, hêdî hêdî bela dibe. Pêşî parlamenter Hakan Şukur, piştre wezîrê kevin, ku her kiryara wî “ehmeqname”, yan jî  “dewarname” bû, Idrîs Naim Şahîn,  piştre wezîr Erdogan bayraktar ji AKPê îstîfa kirin.
Erdogan Bayraktar, di îstîfa xwe de bang li Serokwezîr Erdogan jî kir ku îstîfa bike. Ev manîdar e. Tayyip Erdogan jî berî niha,  Gulen xoca, kire Xoca Efendî, piştre kire Muhterem Xoca Efendî, di axaftina Şaneşînê de, spasiyên xwe li ser baskên “bayê yenê” kir û bi deyndariyek dilsozî  şandin aliyê din yê Derya Atlantîkê. Îro jî Gulen wek bedcanekî “murdar” binav dike. Fetullah Gulenê ku ji karê bangdana  li mizgeftan bû, “cenabê Xoce-efendî û muhterem” jî,  weke jina li ser termê mêrê xwe bikê hawar, bi her du destan li nav serûguhên xwe dide,  nifiran li Erdogan dike.  
Di van rojan de, mirov rengê dewşirmetiya nexşeya Tikriyê,  baştir dibîne. Mirov dibîne ku ji bo dewşrimeyan, ne bav heye, ne dê, ne ol heye, ne jî îman...  Li hemberî van qîr û teşqeleyan jî; Polîsên AKPê û Teşkîlata Gulen, zarokên kurd dikujin.
Bed-dua û bedcanî, kete qonaxa şer û di rengê şerê SIFFIN û CEMEL de  pêşdikeve.   Teşkîlata Esasî a Gulen, wek Muawiye, pelê Qur’anê bi serê şûrê xwe ve kirine û êrîşî eniya Teşkîlata Neteweyî ya Erdogan dike. Teşkîlata Neteweyî a Erdogan jî, bi edayekî mûr-şikestî behsa komploya navneteweyî dike û herî dawî got: “ev komplo li dijî pêvajoya çareseriyê ye.” Qet nayîne bîra xwe ku, tecrîda li dijî Birêz Abdullah Ocalan, nêzîkî 2 sal î nîvan, bi destên wî di partîkê de ye.  Sîtema dewşirmetiyê, li ser du lingan hatiye rûnandin. Lingek “sêva sor-talangerî”  ye;  lingek jî, xizmetkatiya “xanedaniya tikîtiyê” ye. Hemberî ku demê, rastiya sedsala koletiya  bi navê dewşirmetiyê,  ji “mer’iyet”ê rakiriye, “mulga” kiriye jî; koalisyona Gulen û Erdogan,  xwestin bi rengên cûda vê sîstemê xwedî bikin. Xwestin ku bi zihniyeta inkar û tunekirina gelê kurd û ji nû de dagirkirina Kurdistanê “dîroka meftûnkirinê” zindî bikin. Her du basikan jî, rastiya soslojîk jibîr kirin û fonksiyona ol û siyasetê tevlîhev kirin; rastiya gelê kurd ku li ser sê lingan hatiye rûnandin jibîr kirin. Xitma ezberê wan, ya bi çeteyên paramilîter re, niha li wan vedigere: Tê gotin ku di îhaleyên 100 milyar dolarî de, para finansmanê El Qaîde, Yasin El Kadı jî heye.  Enqera diheje, her du eniyên şer û hêzên global jî baş dizain ku, rizgariya Tirkiyê bi çareseirya pirgsirêka kurd ve girêdayî ye. Dîsa jî, berdewama dîl girtina parlamenterên kurd berdewam dike. Vê ant-î hiququiyê diavêjin ser hev. Êdî gelê kurd, bi “doktrînên kelam”an nayê xapandin.  Tirk dibêjin ku ew 150 sal in, xwedî Destura Bingehîn in. Kultura wan ya huquq rûniştiye. Dengeyên hêzan erê dikin. Saziyên weke dadgeha Destura Bingehîn, Dadgehên Bilind û Saziya Bilind ya Hilbijartinan heye. Lê dadgerên wan biryarên Dadgeha  Destura Bingehîn nasnakin û parlamenterên kurd bernadin. Saziya Bilind ya Hilbijartinan jî, bi fermaneke  nîvê şevê, sertîfîqeya parlamenterê kurd Xatip Dicle jê stand û parlamenteriya wî xesp kir.  Nîqaş û îdeal, “doktrînên kelam”î, nema Tirkiyê ji qîr û teşqeleyên erdhejê rizgar dike. Tenê erê kirina sê rastiyên li Kurdistanê, yek, cografîk, yek gel, yek Imralî, dikare Tirkiyê ji erdhejên têkçûnê rizgar bike.