Li navçeya Amedê Sûrê polîs û tîmên taybet bi bombeavêjan taxan bombebaran dikin. Ji ber bombeyên hêzên çekdar ên dewletê li gelek mal dişewitin û ji taxan dûxana şewatê bilind dibe. 

Li navçeya Amedê Sûrê qedexeya derketina kolanan ev 3 roj in dewam dike û êrîşên hêzên çekdar ên dewletê yên bi ser navçeyê de jî her ku diçe girantir dibin. Tevî ku li 6 taxan qedexe hatiye îlan kirin jî, navçe hemû hatiye dorpêçkirin. Hate zanîn ku, polîsên, nikarin berxwedana gel bişkînin, taxên Xançepek, Fatîhpaşa û Hasirliyê bi bombe avêjan bombebaran dikin. Ji ber bombeyên polîsan gelek ma şewitîn. Di encama êrîşan de gelekî welatî birîndar bûn û hêzên çekdar ên dewletê rakirina wan a nexweşxaneyê asteng dike. Lê der barê rewşê de agahî ji ber dorpêçê ji navçeyê bi dest nakevin. 


 AMED




Ji bo Sûrê Amed serî hildide


Li Amedê bi hezaran kes ji bo qedexe û dorpêçkirina Sûrê were rakirin, bi dirûşmeya "Amed serhildan e" ber bi walitiyê ve dest bi meşê kir. 

Ji ber meşê, derdora Koşuyolu û Ofîsê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Her wiha helîkopterên polîsan jî didin dûv girseyê. 

Heta saeta nûçeya me dihat amadekirin, li hemberî dorgirtina polîsan, bi hezaran kes bi dirûşmeyên "Amed serhildan e, ji Sûrê re silav e" û "PKK gel e, gel li vir e" dimeşiyan. 


 AMED