Berê rastî: Li gor lêkolînên zanistî şopa lingan bi giranî di dema Kratese (tebeşir) de pêkhatine. Bêguman piştî maxma ji çiyayên agirî diherike jî dikane pêkwere. Wekî din heke mirov bixwe li ser keviran nekole, şopa ling û siman li ser keviran namîne. Ango hemû çîrokên sim, ling, dest tenê tiştên xewjîn ne û bi aliyê hin xwebaqilan ve hatine lihevanîn.
Dema mirov li ser rûpelê înternetê li şopa simêm Dûldûlê bigere; dibîne ku gelek kesên li pêş navên wan du cara "Dr“ hene, ango wek Dr. Dr. nizanim lawê kê" jî ji bo ku bikanin van lihevanînên vala bidin bawerkirinê bi şiroveyên derê zanyariyê derdikevin pêş. Şerma mezin ev e.
Her çendî di hemû baweriyan de roleke xwedayî yan jî derê rastiya xwezaye li rêberên baweriyan barkirin hebe jî, ev nexweşiya giran herî zêde li Anatolya û li Kurdistanê belavbûye. Hin derdor hewl didin ku bi van baweriyên vala gel kor bikin û bi xwe ve girêbidin.
Mînaka herî balkêş; ew çala wek şopa lingehî ajalan ya li ser zinarekî keleha Hapanuwa yê (Afyon Karahîsar) ye. Dema di hefteya yekem a pûşper a sala 585 Berê Mîladê de fermandarê Medan Medhêz bi tevê Alyattesê II. Keyê Lîdyayin diçe Sardesê ku bûka Medan Alyanîs ji Keyê Medan Aştiyago re bîne, şevekê li Baregeha Hapanuwa dibin mêvan. Fermandarê baregehê Şablagig li ser we şopa simê pezkuviyê ji wan re çîrokekê li herêmê tê vegotin vedibêje.
"Di serdema xwedawendan de, xwedawend Tîlpunu şevekê rê şaş dike û wenda dibe. Serokê xwedawendan Hannahanna (xwedawendeke Mezopotamyayê ye) kî dişîne, wî nabîne. Hannahanna ji xwedawendê Huriyan Uşûmû (Îzumul) yê baş şop digerand, tîka dike ku ew were, li Tilpunu bigere. Uşûmû vî erkî werdigire, Uşûmû di dema şopgerandinê de ji pezkuviya xwe dixwaze ku ew li ezman bifire, da ew bikanin ji jor ve her derê raçavînin. Pezkovî bi weş pêlê vî zinarê nêzî 300 metrê ji derdora xwe bilintir e, dike û bi hewa dikeve....“
Di dem Bîzans û Romayiyan de jî ev çîrok diguhere, vê carê jî dibêjin, gakoviya Nîkolaus pêlê wî zinarî kiriye û bi hewa ketiye. Lema ew der dibe ziyareta Xiristiyanan.
Di dema Osmaniyan de ev dibe şopa lingê Dûldûlê. Tirkên nijadpesret ku Batal Gazî wek Tirk dizanin jî vê wek şopa lingê Hespê Batal Gazî dibinin. Hê jî beşek jê re şopa linge Duldûla Elî dibêjin.
Li ser ve rastiyê ez hinek ketim pey van şopên lingên Duldulê: Hima bigire li her deverê ev şopên ta ji vir 150 mîlyon sal berê mane, ku wê demê mirov tunebûn. Li Anatolya û Kurdistanê bi dehan cihê wiha pêkhatine. Niha tev de bûnin şopa lingê Dûldûla Elî. Em çend mînakan bidin.
1- Di navber Mereş û Coccussus (Göksun) de li devera Gavahîr Zinarên Elî hene, li ser wan zinaran jî şopek heye.
2- Ji ber şopa lingê ajalekê navê çiyayê li Bakurrojavayê Harûniyê (Duziçî) kirine çiyayê Dûldûlê.
3- Li Dêrsimê li ser zinarekî Koyê Xidirlikê şopeke bi awayê sim li ser zinarekê xuya dike, ev jî wek şopa simê Dûldûlê hatiye şirovekirin û pîroz e.
4- Li ser rêya Ereglî Zonguldag ê jî şopa simekî heye, ev jî bi awayê şopa simê Dûldûlê tê zanîn.
Şopa lingê Dûldula ku wek çivîkan tim li ezman e, ne bes bû, xêza şûrê Eliyê ku li Keleha Hayberê serê 600 mirovên dîl, yên bê guneh jêkir jî, li gor baweriya vala li her derê Anatolyayê heye. Çend mînak ji wan:
* Li bina gundê Bolciyê (Balica) û Rojhilatê çiyayê Mamika li pişt Nazmiyê Zinarê Zulfuqar yan jî ziyareta Zulfiqar heye. Gelê heremê bawer dike ku şûrê Eli li wî zinarî ketiye û ew zinarê qiraseyê bi dînamîtan jî naşkê, bûye du parçe.
2- Li gundê Emîrbaga devera Arpaçay, xêzên li ser zinarên mermer hene, gelê herêmê bawer dikin ku ev xîzîn serê şûrê Elî Zilfiqar e.
* Li keleha Alanya li ser zinarekê xêzeke kûr heye. Dr. Dr. Dr. ên tirkan bi sê telaqan sondxwarine ku ew şopa şûrê Elî ye.
* Şopekî jî li Îskenderûn Yarikkaya heye. Û û.
Di rastiye de baş tê zanîn ku lingê Elî li Kurdistan û Anatolyaye neketiye. Hespê wî jî wek hespekî normal e, per û baskên wê tune û wekî çûçikan nefiryaye. Ew şurê di wêneyan de jî şurekî xewjînî ye, ne rast e. Mirovê ku şur bikaraniye, mirov kuştine. Mirov kuştin wesfeke xwedayî nade mirov.
Di rastiyê de tu têkiliya Yarsaniyan (Ehlî Heq) ango gelê me yê Osmaniyan ji wan re "Qizilbaş“ T.C jî navê ALEVÎ lêkiriye, bi Elî re tune. Ev tene proseseke Îslamîzekirina Yarsaniya ne. Ev mijara şopan jî, bawermendan ji ber xwe ve çêkirine, têkiliya xwe bi zanyarî û rastiyê re tune. Divê mirov dev ji baweriyên wiha vala berdin, berê xwe bidin rastiyan.