Sûrên ku ji aliyê Qraliyeta Tîgranê beriya mîladê di 77’an de hatiye çêkirin di dema Bîzansan de hatiye temamkirin. Lê niha bûne wekî xirbeyan. 

Şaredariyê xebat da destpêkirin

Ji bo ku sûrên dîrokî bêne parastin Şaredariya Farqînê beriya 2 sal û nîvan xebat da destpêkirin. Sûrên ku kevirên wî di avahiyên nû de hatibûn bikaranîn, di nava şevnişînan de winda bûbû û her diçûn winda dibûn. Ji ber vê yekê jî şaredariyê ewil ji bo vê yekê lêkolîn da destpêkirin. Di encama lêkolînê de şaredariyê tespît kir ku divê 410 avahî bêne hilweşandin, piştre jî serî li Midûriyeta Parastina Hebûnên Xweza û Çandê da. Şaredariyê piştre plana îmarê ya suran derxist û piştî ku Midûriyeta Parastina Hebûnên Xweza û Çandê ev plan ere kir vê carê jî serî li Wezareta Çand û Turîzmê da. 

Li benda pereyên ku ji Wezaretê bên in

Wezaretê piştî serlêdana ku hate kirin 3 meh derbas bû û proje qebûl kir. Lê ji bo ku xebatên restoresyonê bê destpêkirin hê jî pere nehatiye şandin. Ji ber vê yekê jî xebatên restorasyonê nikare bê destpêkirin.
Şaredarê Farqînê Fadil Erdede diyar kir ku hem Wezareta Çand û Turîzmê û hem jî Midûriyeta Parastina Hebûnên Xweza û Çandê ji wan pirsa sur dikarin bên restorekirin an na ji wan kirine û wiha got: “Me got divê bên restorekirin. Piştre jî me projeya xwe ji wan re şand. Wezaretê projeya me qebûl kir. Lê ev 3 meh in hê jî pere nehatiye şandin.”

Erdede anî ziman ku ji ber ku butçeya şareradiyê kêm e ew li benda pereyê wezaretêne. Erdede diyar kir ku xwedîderketina çanda kurdan û avahiyên dîrokî berpirsyariyeke wan e û destnîşan kir ku piştî ku sûr bêne restorekirin dê ji bo turîzmê bên vekirin.

AMED