Di vê dema dawî de êdî rêbazeke nû tê bikaranîn. Hin kes ji malên wan tên revandin paşê li taxeke din ku ne ji heman bawerî û netewê ne kuştî tên dîtin. Ev yek li gorî çavkaniyên mafê mirovan û çalakvanên şoreşa Sûriyeyê ji alî hêzên dewletê ve tên kirin û li gorî dewletê jî ew kuştin ji alî alîgirên muxalefetê û bi destên hin kesên ku dixwazin aramiya vî welatî têk bibin pêk tên.
Tevî ku ne zelale kîjan alî van bûyeran pêk tînin lê tiştê zelal û aşkare ew e ku ew aliyê van bûyeran dike dixwaze Sûriyeyê ber bi kaoseke dijwar de bikşîne û şerekî navxweyî bide destpêkirin.
Bajarekî wekî Humsê ku ew jî wekî piraniya bajarên Sûriyeyê ji netew, bawerî û olên cuda tê de dijîn ji b ovan provakasyonan vekirî û guncave.
Li gorî agahiyên ji lijneyên kordînasyonên herêmî 34 kes li Sûriyeyê hatine kuştin piraniya wan ji Humsê ne. Beriya rojekê jî derdora 50 kesî hatibûn kuştin ji wan 34 kes hatibûn revandin û paşê cenazeyên wan li kolanê hatibû dîtin.
Li gorî lijneyê ji 34 kuştiyê vê rojê 30 kes ji Humsê ne, li gorî çavkaniyên ji bajêr tê gotin ku hê topebarana tangên artêşa Sûriyeyê bênavber hin taxên bajarê Humsê û derdora wê toperan dike. 
Li navçeyên Şamê jî hêzên ewlekariyê û şebîhayên rejîmê êrîş birine ser gelek malan û ketûber gelê Herestayê xistine binçavan û bi xwe re birine.

Hevdîtina bi Clînton re 

Ji aliyekî din ve tevî ku hê Meclisa Netewî ku wekî (Meclisa Stenbolê) tê naskirin ji alî Amerîkayê ve bi rengekî fermî nehatoye naskirin lê têkiliyên germ bi wê Meclisê re datîne. Wezîra Karê Derve ya Amerîkayê Hilary Clinton roja sêşemê piştî hevdîtina bi serokê Meclisa Stenbolê re got ku pêwîste muxalefeta Sûriyeyê ne tenê ji bo rûxandina rejîma Esad bixebitin lê ew ji bo serdestiya qanûnê ya piştî desthilatdariya Esad jî xebatên xwe bikin. Her wiha Clinton ji muxalefetê re got pêwîste ku ol û netewên cuda yên li Sûriyeyê dijîn bighên wê baweriya ku dê rewşa wan a piştî Esad ji ya niha baştir bibe û dê rejîmeke ku bi azadî û lihevkirinê bawer bê şûna rejîma niha. Her wiha Sefîrê Amerîka û yê Fransayê ku Sûriyeyê terk kiribûn dîsa vegeriyan ser karê xwe.


Şerê bi riya internetê 

Panberên Sûriyê li kampek a li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê ku di bin çadiran de dijîn bi wê yekê ve mijûlin ku bûyerên li Sûriyê diqewimin daxînin û ji çapemeniya cîhanê re ragihênin.
Penaberên ku ji ber serkutkirina rejîma Sûriyê neçar bûyîn ku koçber bibin û li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê bi cih bibin, ji bo bûyerên li Sûriyê ji çapemeniya cîhanê re ragihênin di nava hewldanan de ne.
Ev yek jî bûye pîşeya rojane ya penaberên Sûriyê ku bi telefonê bûyerên li Sûriyê digirin û piştre dişînin Tirkiyê. Li wê derê jî li ser malperên civakî yên înternetê belav dikin û ji bo kanalên navdar ên cîhanê bûyerên li Sûriyê diqewimin pexş bikin.
 Înternet jî bûye tekane rêya wan penaberên Sûriyê ji bo dengê xwe yê narezîbûnê yê li dijî rejîm Beşar Esed bigihênin cîhanê.

Şerê bi çekrdaran re

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya dewletê SANA’yê roja sêşemê komeke çekdar ku ji derdora 35 kesan pêk tê xwestiye ku sînorê Sûriyeyê bibezîne û ji alî Tirkiyeyê ve derbasî axa Sûriyeyê bibe. Li gorî agahiyên vê ajansê koma çekdar di ser sînorê nêzî Idlibê re xwestiye derbas bibe lê nobedarên sînor ên Sûriyeyê bi wan re şer kiriye û paşê ji aliyê dinê sînor dengê ambolasan hatiye ku birîndaran veguhêze nexweşxaneyan. Li gorî hikûmeta Sûriyeyê Tirkiye hin çekdaran dişîne nava axa Sûriyeyê da ku aramiya vî welatî xira bike.   Heta niha di medya Tirkiyeyê de behsa vê bûyerê nehatiye kirin.


 ŞAM