Teqînek bi guman
Li bajarê Idlibê ku piraniya çekdarên artêşa azad a Sûriyeyê an jî komên çekdar ên ji artêşê veqetyayî xwe li wê parêzgehê girtine û li nêzî sînorê Tirkiyeyê bicih bûne û gelek caran dem ali wan teng dibe xwe davêjin aliyê din ê sînor. Lewre jî şer û pevçûnên dijwar di nava hêzên Sûriyeyê û wan komên leşkerên veqetyayî de diqewimin. Di vê navberê de teqîneke din j îli wan teqînên bi guman ên ku li Sûriyeyê diqewimin zêde bû. Li gorî agahiyên ajnasa fermî a dewleta Sûriyeyê wesayita kut ê de girtî hebûn dihatin veguhestin û bi rê de bombeya kul i kêleka rê hatibû bicihkirin bi wş wesayitê de hatiye teqandin û girtî tev mirine. Lê li gorî riwayeta muxalefetê û çavdêrên mafê mirovan ew teqîn jî weke yên berê ji alî hêzên ewlekariya Sûriyeyê ve hatiye plankirin û ew girtiyên ku dibêje di teqînê de hatine kuştin berê bi işkenceyê hatine kuştin û paşê jî ev teqîn hatiye plankirin da ku kuştina wan a di bin işkenceyê de wer veşartin.
Girtî hatin berdan
Di çarçoveya efûya giştî ya ji aliyê Serokê Sûriyeyê Beşar Esad ve hatî dayîn, hat ragihandin ku 5 hezar zêdetir binçavkirî yên dij rejimê hatin berdan.
Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad roja 15’ê Çileyê ji bo xwepêşandêrên dij rejimê 15’ê Çileyê îlana efûya giştî dabû. Ji 15’ê Adara 2011 ku destpêka rûdayîna bûyeran heya 15’ê Çileya 2012’an hemû xwepêşandêrên dij rejimê yên hatine girtin, hat ragihandin ku di çarçoveya efoya giştî de 5 hezar û 255 girtî hatine serbest berdan.
Beşek girtiyên li paytexta Sûriye Şamê û hinek bajarên din, ji ber çavdêrên Yeketiya Ereban yên li Sûrî lêkolîna dikin serbest hatibûn berdan. tevî vê, li gorî hêjmara rayedaran ya serbest berdayîna girtiyan dayî diyarkirin, ne gengaze ku bêjin raste.Di girtîgehên Sûriyeyê de tê texmîn kirin ku, di 10 mehên dawî de hêjmara xwepêşandêrên di çalakiyên dij rejimê de hatine binçavkirin ji 10 hezarî zêdetirin.Li welat di bûyerên xwepêşandêrî û çekdarî ku ev 10 mehe destpê kirî, hat ragihandin ku heya niha 6 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.