Rapora hevpar a Navenda Lêkolînên Polîtîk a Sûriyeyê (SCPR), Bernameya Xwarinê ya Neteweyên Yekbûyî (YNWFP) û Bernameya Pêşvebirinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP), hilweşîna li Sûriyeyê radixe pêş çavan. Li gorî rapora SCPR’ê, ji ber pevçûnên ku ji sala 2011’an ve didome, herî kêm 103 milyar dolar ziyana aborî gihaştiye welat. Ev hejmar ji sedî 174 ê hatineya milî ya sala 2010 e ku hingî 60 mîlyar dolar bû. Hatineya milî ya welat heta Hezîrana sala 2013’an 48 milyar dolar windahî da. Bi tenê di 6 mehên sala 2013’an de di hatineya milî de 18 milyar dolar jê ket ango ji sedê 36 kêm bû. Li rexmê rûxandina aboriyê jî li Sûriyeyê lêçûnên leşkerî zêde bû. Di sala ku şer destpêkirî de 2011’an de lêçûnên leşkerî 951 milyon dolar bû, di sala 2012’an de gihaşt 3,2 milyar dolar, di 6 mehên destpêka sala 2013’an de jî 1,3 milyar dolar derbas kir.


Bi her awayî rûxiya

Di encama pevçûnan de pîşesazî jî ber lewazbûnê têk çû, çandiya milî jî beşê wê ji sedê 54 bilind bû. Lê ji ber pevçûnan hilberîna çandiniyê her sala ku çû ket. Ji ber sedemê şer heta  Hezîrana sala 2013’an windabûna sermayeyê 50 milyar dolar tê destnîşan kirin, pîşesaziyê jî derbek mezin xwar. Hilberîna pîşesaziyê di sala 2012’an de ji sedê 70 bû, ev rêje di sala 2013’an de di çaryekê de ji sedî 12,8, di çaryeka duyem de jî li gorî sala bihurî ji sedê 23,3 bû. Li welat sektora petrolê di sala 2012’an de ji sedê 49 paş de ma, di sala 2013’an de li gorî heman wextî li gorî çaryeka dema yekem ji sedî 71, di çaryeka dema duyem de jî ji sedî 88 daketin pêkhat. Ji ber şerê li Sûriyeyê di sala 2012’an de hatina milî ya welat ji sedî 23 bû, deynê gelemperiyê jî di sala 2013’an de gihaşt ji sedî 73. Li welat rezerveya  dowîzê jî ji 18 heta 20 milyar dolar daket 9 milyar dolar.

Bêkarî ji sedî 60

Li Sûriyê bi rûxîna aboriyê re rêjeya herî zêde ya bêkariyê rû da. Di sala 2011’an heta niha herî kêm 2,3 milyon dolar li welat bikarînê windabûn çêbû, li welat bêkariyê 10 milyon kes bi neyînî bandor kir. Li gorî SCPR’ê di rewşa heyî de rewşa bêkariyê li Sûriyeyê nêzî ji sedî 50 ye. Di sala ku şer destpêkirî de rêjeya bêkariyê 10 heta 15 bû, ji sedî 25 di nava welatên Ereban de bû.

Hejarî ji sedî 80

Li welat tê texmîn kirin ku rêjeya hêjariyê di nava civakê ji sedê 50 heta sedî 80 tê guhertin. Ji sala 2011 heta niha daketina rewşa hêjariyê 7,9 milyon zêdebûn diyar dike û ji vane 4,4 jî hêjariya di rewşa giran de tê hesabkirin. Li gorî daneyên Netewên Yekbûyî (NY) berî rewşa şerê navxweyî hêjariya li welat 7,4 bû, ji şêniyên civakê ji sedî 36 pêk dihat. Tê hizirandin ku piştî ku li welat hilberîna genim kêmbûye hêjarî her ku diçe zêde dibe. Herî dawî di sala 2012’an de hilberîna genim 4,5 milon ton bû, tê texmîn kirin ku di sala 2013’an de jî daketiye 2,4 milyon tonan.

Sedî 50 naçin dibistanê

Aliyekî din ê ku şer lêdayî perwerde ye. Li gorî rapora SCPR’ê di sala 2013’an de rêjeya çûna perwerdeyê ji sedê 50’î ye. Ji ber ku 3 hezar dibistanan di şer de ziyan dîtine, ev dibistan êdî nayên bikaranîn , nêzî 700 avahiyên dibistanê jî weke bawergehên kesan tên bikaranîn.

4 hezar kesî re dixtorek

Li Sûriyeyê şer bandorek mezin li tenduristiyê jî kiriye. Di sala 2010’an de li Sûriyeyê ji  her 661 kesan doktorek digihayê, di meha Hezîrana sala 2013’an de jî her 4 hezar kesî doktorek digihiyê. Ji ber rewşa şer bi hezaran nexeşxaneyan, ocaxên tenduristiyê ziyan dîtîne. Li gor raporê ji sedî 37 şêniyên Sûriyeyê neçar bûne ku malên xwe terk bikin. Bi milyonan kesan Sûriye bi cih hiştiye. Koçberî welatên weke Lubnan, Urdun û Tirkiyê bûne. 

NEW YORK