Cîgirê serokwezîr jî Salih El-Mutleq tê pirsîn. Wî jî Bexda terk kir û berê xwe da Urdunê. Tê zanîn ku El-Haşimî û El-Mutleq ji serokên siyasî yên suniyên Iraqê ne û têkiliyên wan bi welatên Ereb û bi Tirkiyeyê re xurt in. Di hilbijartinên vê dawiyê de bi milyonan Dolar ji welatên Ereb ên kendavê wekî ‘alîkarî’ wergirtibûn û li dijî desthilatdariya şiyan kampanyayek hilbijartinê ya herî hêzdar dabûn nîşandan. Hema bi qasî lîsteya El-Malikî deng wergirtin. Lê ji ber ku hêzên şîî yên din piştgirî dan El-Malikî, lîsteya suniyan nikaribû di ber xwe bida û hikûmet bi tena serê xwe ava bikira. Rabû hemû lîsteyan bi hev re qaşo ‘hikûmeta yekitiya niştimanî’ ava kirin. Ev hikûmeta qels û jihevketî bi karê xwe yê tijî nakokî heta vekişîna hêzên eskerî yên DYA’yê dom kir. Piştî vekişîna van hêzan ji Iraqê bi rojekê ‘krîza El-Haşimî’ derket holê!
Gelo sedema vê krîzê çi ye û qonaxa nû ya li Iraqê çawa dikare bête zelal kirin?
Serokwezîr Nûrî El-Malikî di kongreyek rojnamevanî de diyar kir ku ev 3 sal in ‘delîl û belgeh’ li ber destê wî hene isbat dikin ku ‘El-Haşimî tevî kar û barên terorê bûye û biryarên tesfiyekirina muxalifên xwe’ dane. Baş e, ji bo çi niha El-Malikî van belgehan nîşanî dadgehê dide û masê bi ser hemûyan ve tîne xwarê? Bi ya min ev yek nikare ji tevahiya pêşveçûnên heremî were veqetandin. Ev yek bi xwestek û îradeya Îranê ji bo têkbirina Tirkiye û bihêzkirina rejîma Sûriyeyê hatiye kirin.
Kesên ku hikûmeta al-Malikî ew wek ‘tewanbar’ nîşan dane peyayên Tirkiyeyê ne. El-Haşimî û El-Mutleq bi têkiliyên xwe yên xweş bi dewleta Tirk re dihatin nasîn. Îranê xwest destê Tirkiyeyê li Iraqê bibire û hêza wê têk bibe. Niha biryar tam ket destê El-Malikî û ew dikare li gorî heza dilê xwe destekê bide rejîma Beşar Esad bêye ku kesek li dijî wî derkeve.
Em ji bîr nekin ku suniyên Iraqê destekê didan ‘serhildana gel a Sûriyeyê’ û hin komên çekdar ji Anbar û Remadye ji bo ‘piştgirtiya serhildana suniyên Sûriyeye’ û ‘şerê elewiyan’ derbasî Sûriyeyê bûbûn. Suniyên Iraqê bi heja textê Esad kêfxweş bûn û dixwestin li Şamê sunî werin ser desthilatiyê. Berovajî wan El-Malikî û hêzên din ên şiyan piştgiriyê (çi bi milyonan Dolar û çi bi sedan milîs) didan Esad û nedxwestin rejîma wî têk here ku suniyên Sûriyeyê desthilatiyê bigirin dest xwe û li dijî desthilatdariya şiyan ya li Bexdayê xebatê bikin.
Îranê ji El-Malikî xwest ku hemû rayedarên sunî ji desthilatdariyê biqewitîne da ku karibe bi tena serê xwe li dijî ‘serhildana gel a Sûriyeyê’ derbikeve û alîkariya rejîma Esad bi şêweyekî rihetir bike. Jixwe beriya vê yekê berpirsên leşkerî yên ‘rejîma meleyan’ dewleta Tirk tehdîd kiribûn û dabûn diyarkirin ku ger Enqere êrîşek leşkerî bibe ser Şamê ew ê rastî mudaxeleya leşkerî a Îranê were. Bi dûrxistina peyayên dewleta Tirk ên li Bexdayê hakim, Îranê dikaribû derbeyek mezin li stratejiya Enqereyê bixista û ew bêhêz bikira.
Niha em nema gef û tehdîdên rayedarên Tirkan li dijî Şamê dibihîzin. Niha Humis û Hema ji aliyê hêzên leşkerî yên rejîma Esad têne talankirin lê em qet peyvekê ji devê serokomarê Tirkiyeyê Abdulah Gul û serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan nabihîzin. Gul di destpêka bûyerên li Sûriyeyê de digot ‘em ê mudaxeleya leşkerî û siyasî bikin û qet nehêlin ku Esad wek salên 80 yî bi hezaran sivîlan bikuje’! Ew hemû gotin fala û fişe derketin…
Esad hêza xwe ji Îranê digire. Ji ber vê yekê dewleta Tirk û Yekitiya Ereban gav bi paşve avêtin. Di van 3 rojên dawî de Artêşa Esad bi qasî 300 kesan kuşt, qet kesekî devê xwe venekir. Nebîl El-Arabî serokê Yekitiya Ereban dibêje ‘Neteweyên Yekbûyî ji ber rewşa Sûriyeye ya taybet nikare mudaxeleyê bike’! Ev ‘rewşa taybet’ jî desteka Îran, Iraq û rêxistina Hîzbulahê a Lubnanê ye. Ji ber vê yekê Esad prosesa kuştinê didomîne û qet hesabê kesekî nake.
Li Sûriyeyê nema mirov dikare behsa ‘serhildana gel’ bike, ji ber ku niha şerekî navxweye di navbera sunî û elewiyan de heye. Sunî yên ku ‘Artêşa Sûriyeyê ya Azad’ ava kirine, destekê ji welatên Ereb, suniyên Iraq û Lubnanê û Tirkiyeyê digirin. Elewî jî piştgiriyê ji Îran, Iraq û Hîzbulahê digrin. Sûriye bûye navenda şerekî heremî, ji ber vê yekê hêzên Rojava, DYA û NATO nikarin mudaxeleyek leşkerî bikin. Ew ji reaksyona Îranê ditrsin. Ji ber vê yekê Esad bi dilekî hesinî her roj bi sedan welatiyan gor dike. Pajiqa vê rewşê li suniyên Iraqê jî ket. Li Iraqê jî dikare carek din şerê çekdarî di navbera sunî û şiyan de peyda bibe. Wiha xuyaye ku şerê li (û ji bo) Sûriyeyê dê dirêj bike. Şerekî mezin, gemar û dijwar be.