Li gorî daxuyaniya ku di malpera SANA ya fermî ya dewleta Sûriyeyê de hate weşandin ku hikûmet van biryarên wezîrên karên derve ên Yekitiya Ereb red dike û wekî destwerdana karên navxweyî yê Sûriyeyê dinirxîne. Her wiha Sûriyeyê ev biryar wekî destdirêjiyekê li ser serweriya vî welatî nirxand.
Wezîrên karên derve yên roja Yekşemê lihev civiyabûn û di dawiya vê civînê de hin biryar derbarê Sûriyeyê de hatin girtin. Li ser van pêşketinan Wezîrê karê derve û serokwezîrê Qeterê Hemed Bin Casim di civîna çapemeniyê de got ku ew dê van pêşinyarên xwe hildin Konseya Navnetewî da ku ew jî erê bikin. Bin Casim da xuyakirin ku ev hewldana çareseriyê ya ku ji bo Sûriyeyê hatiye amadekirin dişibe hewldana ku ji bo Yemenê hatibû pêşinyar kirin û Salih Bin Alî li ser imze kiriye.
Li gorî van biryarên nû tê xwestin ku Esad pêwîrên xwe radestî cîgirê xwe bike û hikûmeteke netewî ya hevgirtî were avakirin. Her wiha tê xwestin ku lijneyeke taybet ji bo lêkolîna bûyerên tundiya kul i Sûriyeyê çêdibe were vakirin.
Ji aliyekî din ve ev hewldana çareseriyê ya welatên Erebî bang li hemû aliyên muxalefetê jî dike ku dest bi diyalogeke bi kêr û çalak bê kirin. Bin Casim di dawiya civîna çapemeniyê de got ku armanca wan ew e ku riyeke aşityane ji bo destjêberdana desthilatdariya Esad re were dîtin.
Feqa Erdogan û Esad
Dema mirov kiryarên hikûmeta Erdogan û hikûmeta Esad bide ber hev tabloyeke ne li gorî gotin û ne gorî dilê hikûmeta Tirkiyeyê jî derdikeve holê.
Serokwezîrê Tirk di daxuyaniyên xwe yên, Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad bi “pêkanîna tundiya li hemberî gelê xwe” tawanbar kiribû, niha jî Beşar Esad, 5 hezar kesên ku beşdarî xwepêşandanên li Sûriyeyê bûne serbest berda.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li hemberî hemû rexne û nerazîbûnan, du sal in dest bi nêçîra siyaseta Kurdan kiriye û bi hezaran siyasetmedarên Kurd, şaredar, zarok, jin, dayîk, rojnamevan, parêzeran avêtiye girtîgehan û her roj girtin pêk tên. Li hemberî vana hemûyan jî dersa demokrasiyê dide welatên din. Di çarçoveya efûya giştî ya ji aliyê Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad ve hate îlankirin de 5 hezar û 255 girtî serbest hatin berdan.
Xwepêşandanên li gelemperiya Sûriyeyê li hemberî rejîmê hatibûn destpêkirin, ketine meha 10’emîn, Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad efûyeke giştî îlan kir û kesên ku di çarçoveya xwepêşandanan de hatibûn girtin jî serbest tên berdan. Di çaroveya efûya giştî de heta niha 5 hezar û 225 kes serbest hatine berdan.
Ev girtiyane di bin çavdêriya şandeyên şavdêrên Komkara Ereban de serbest hatibûn berdan.
ŞAM