Terora dijmirovî û hovane ya terorîstên DAÎŞ´ê li gelek deveran bênavber tê şermezarkirin. Li paytexta Almanyayê Berlînê vê carê gelên mesihî yên li Kurdistanê çalakiyeke protestoyî li dar xistin. Di çalakiyê de gelên suryanî – asurî, keldanî, kiptî û kurdên êzîdî beşdar bûn, qederê 2000 kesî  hêrs û rika xwe ya li dijî barbaran îfade kir.

Çalakiya ku li ser navê gelên suryanî hatibû organîzekirin, roja yekşemê  saet li 14.00’an de li Katedrala St. Hedwigsê bi ayîneke dînî dest pê kir. Di ayînê de metran, keşe û rêveberên dêrên suryanî, keldanî, kiptî û yên din beşdar bûn û bi yekdengî ji bo aştî û aramiya li Rojhelata Navîn dua kirin. Paşê girseya ku ji du hezar kesan pêk dihat ji guzergeha Unter den Lîndenê bi qasî 2 km yan heta ber deriyê dîrokî yê Brandenburgertorê meşiya. Di meşê de girseyê her dirûşmeyên li dijî terorîstan gotin û pankartên li dijî rêkxistinên terorê hilghirtin. Herwisa li qada pêş Brandenburgertorê kesayetên dînî, siyasî û endamên rêxistinên cûr bi cûr axaftin kirin. Di axaftinan de terora DAIŞê hate rûreşkirin, berxwedana hêzên azadîxwaz û gelparêz hate silavkirin û banga alîkariyê li dewletên Ewropî û li mirovatiyê hate kirin. Di çalakiya pirengî ya li paytext Berlînê de me jî nêrînên beşdaran ji bo xwedevanên xwe wergirtin.

Reyhan Gewriye (Aramî)

Ji Suriyeyê me, li Almanya dijîm. Xetereke pir mezin li ser serê gelê me ye. Di dîrokê de gelek qirkirin qewimîne, vê carê dixwazin gelê ku weke hindikayî li wir mane jî ji holê rakin. Ez vê kombûnê pir baş dibînim, bi hêvî me. Di navbera gelan de tu pirsgirêkê nabînim. Ez bawer nakim ku elaqeya van dijmirovên han bi dîn re hebe. Dinya û dewletên mezin heta niha jî jidil nêzik nabin. Ez bawer nakim ku ev terorîst bi serê xwe wiha hêzdar bûn, tiliya dewletên mezin jî di nav heye û eger bixwazin wê ji holê jî rakin.

Murat Ozel (Keşe li Mor Yaqub)
Tewrat, Incîl û Quran; kuştina bi navê xwedê di tu pirtûkan de nîne. Te mirovî neafirandiye ku tu karibî bikujî, xwedê ew afirandiye, ew dikare bikuje.. Em minetdarên Kurdan in. Îro yekane hêza ku dihêle em li ser piyan bimînin şervanên kurd û  Kurdistanê ne. Em ji dil û can bi wan re ne, înşallah wê di demeke kin de aştî û silametî bê Kurdistanê û kurd jî jiyaneke aram û mirovî bi dest bixin. Li dijî  kesên ku di şevekî de gundekî qir dikin, çek lazim e. Nexwe em ne alîgirê çekan in.

Daniel Akalan (Dêra Suryaniyan)

Di van êrîşan de herî zêde ew (Êzîdî) û em têne qetilkirin.  Gelên din û Alman jî hene. Kardinal Matias Bischov jî axivî. Wî got, di tu dînî de ev kirin nîne. Beriya her tiştî divêt mirov mirov be. Ez hîç îhtimala serkeftinê ya van hovan nabînim, ji ber ku ew ne mirov in. Em ê li xebatên xwe berdewam bikin, emê li pêş konsolosan nobetê bigirin.

Şîlomo Yuhanan (Dozent û Rêveberê Çalakiyê)

Em hew ldidin ku di serî de gelên me yên li Ewropa û wisa jî gelên din bi rêveberên wan ve hişyar bikin. Ev du meh in mesihî, kurdên êzdî û wisa jî tevahiya gelên li herêmê di komkujiyan re derbas dibin. Em dibînin ku şervanên azadîxwaz yên kurd li dijî van koman li ber xwe didin. Li wir jî em û wan dest bi dest bi hev re ne. Eger ev terorîst ji wir bêne qewitandin û herêm paqij bibe em ê welatekî mîna bihuştê ava bikin. Em her yek bi serê xwe gel û netewe ne. Ev ne vê gavê, ji mêj ve ye mesihî hatin kuştin, êzîdî hatin kuştin dengê xwe nekirin, lê gava teror hat ber derê Hewlêrê wê demê Obama derket, ewropî derketin. Tu kesekî alîkariyê neke, em ê ji bo azadiya xwe têkoşin.

Nura Kaplan (Suryanî ji Mêrdînê)

Eger ev terorîst biçin em dikarin bi kurdan re nexasim ew gelê ku bi PKK ê re, weke bira bijîn. Di dîrokê de hind nexweşî çêbûne bi destên dewletên serdest. Em wêna ji kurdên vê demê re nakin sûcdarî, niha ew bi xwe jî di bin xetera tunebûnê de ne, wisa jî her parastina gelên din dikin. Ez bi hestên xwîşk û biratiyê silavên xwe ji gerîla û ji tevahiya berxwedêran re dişînim, bila dev ji dozê bernedin, wê destê me jî tim di destên wan de be, çawa ku ew hêviya kurdan in, wisa jî hêviya gelê me ne.


Aziz Alkiş (Federasyona Êzîdiyan)
Bila civaka êzdî nebe qurbana siyaseta tu kesî. Em ê li ber xwe bidin, wê dem bê em ê karibin bi xwe jî  xwe biparêzin.  Weke hûn jî dizanin 600 êzîdî li gundê Koço dorpêç kiribûn, ji me re soz dabûn ku dê tiştek bi Koço nehatiba, 13 rojan paşê dane nîşan ka çawa mirovên me qetil kirin, jin û keçên me jî birine Telafer. Banga min li birayên me yên suryanî û li gelên din ev e ku em zeximtir dest bidin hev, li dijî van cehşan têbikoşin û wana ji welatê xwe derînin. Bijî berxwedana YPG ê, bijî biratiya gelên, êzîdî û aramî...

Nazê Karadag (Kurda Elewî)
Em gelên li Kurdistanê suryanî, ereb, kurd, keldanî tevde bira ne. Dinya tev de li vê wehşetê dinêre. Ez ne misilman im, lê bawer nakim ku têkiliya wan bi Îslamê re jî hebe. Dewleta tirk adresa wan e, eger dinya dixwaze bingeha meseleyê hîn bibe, divêt ji Erdoganî pirsyar bikin, ew wan xwedî dike. Ez dibêjim baş ku gerîla hene, qurbana wan dibim, Xwedê wan ji serê me kêm neke...em deyndarên wan in...

Mehmet Işik (Kurdê Misilman)
Ez wan şermezar dikim,  gel bi hêrs e, gel bi kîn e, divêt dinya jî vê bibîne. Divêt tevahiya kurdan di bin sîwana PKK ê de hevdu bibînin. Misilmantiya herî rast jî di nav tevgera azadiyê de ye. Xwedayê mezin ayet şandiye ku di dîn de zordarî nîne. Bi hovîtî û zilmê dînê mirovan nayê guherandin. Encama vê şerî bi helwesta kurdan û gelên li Kurdistanê ve girêdayî ye.



YEKO ARDIL/BERLÎN