Gerînendeyê Rojnameya Sabro Tûma Çelîk ku li hemberî biryara wergirtina araziya Manastira Mor Gabrîel nava hazîneya dewletê de kampanyaya îmzeyan dabû dest pê kirin tevî Prof. Dr. Cengîz Aktar û Tûma Ozdemîr li Restorana Cezayîrê de civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî piştgirî da de Tûma Çelîk axivî û diyar kir ku Manastira Mor Gabrîelê di dîrokê gelek caran rastî êrîşê bûye û wiha got: "Di salên dawî de jî bi dozên hin gundên misilman vekirî, hatiye rojevê. Ev rewş Sûryaniyan xistiye nava fikaran û xemgîn kiriye. Dozên hatine vekirin dijî manastirê bi encam bû û axên ku yên manastirê ye, ji destê wê hate girtin û dan hazîneya dewletê. Manastir li ser axa xwe bû dagirker."

'Ji bo we li vir cih tune ye'

Çelîk anî ziman ku pêşîlêvekirina demokratîk Sûryaniyan jî bi hêvî kiriye, lê biryara li hemberî Manastira Mor Gabrîel carekî din hêvî û baweriya wan şikandiye û wiha axivî: " Sûryaniyan li benda naskirina nasnameya xwe bûn û li bendê bûn ku bêmafiyên li hemberî wan hatiye kirin ji holê rabe, lê digel wê di biryara Dadgeha Bilind de peyamên 'Ji bo we li vir cih tune ye' hatiye dayîn." Piştî Çelîk Tûma Ozdemîr jî axaftinek kin kir û li ser giringiya Manastira Mor Gabrîel a ji bo Sûryaniyan sekinî û da zanîn ku ji bo misilmanan Mescîdî Aksa çi be ji bo Sûryaniyan jî Manastira Mor Gabrîel ew e.

HDK: Em ê li cem we bin

Piştî Ozdemîr Prof. Dr. Cengîz Aktar jî axivî û bang li hemû kesan kir ku li hemberî bêmafiyên ku tên kirin bi Sûryaniyan bikeve nava piştgiriyê. Aktar ji bo kampanyaya îmzayê ji rayagiştî hestiyarî xwest. Piştî axaftinan Endamê Lijneya Rêvebiriya Stenbolê ya HDK'ê Prof. Dr. Gençay Gursoy da zanîn ku neheqiyên li hemberî Sûryaniyan tê kirin qebûl nakin û dê her tim li hemberî wan têkoşîn bimeşînin. Gursoy anî ziman ku ew wekî HDK'ê dê li cem Sûryaniyan de cih bigirin. 

DÎHA/STENBOL




Ji bo Mor Gabrîelê kampanyaya îmzeyan


Li hemberî biryara dewirkirina hazîneyê ya araziya Manastira Mor Gabrîel ku ji aliyê Sûryaniyan wekî "Qudusa 2'emîn" tê qebûlkirin û bi perwerdekirina mirovan xîzmetê dide zimanê Sûryaniyê, kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.
Li hemberî biryara Dadgeha Bilind a têkildarî dewirkirina hazîneyê ya araziya Manastira Mor Gabrîel ku li Mîdyada Mêrdînê ye, li ser înternetê kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin. Kesên ku dixwazin beşdarî kampanyayê bibin, malpera 'Beraber Buyuduk Bu Ulkede' ziyaret bikin bes e. Nivîsa kampanyaya ku heta niha 300 kesên ku di nava wan de hunermend, nivîskar, akademîsyen jî heye tev li bûne û îmze kiriye de wiha tê gotin: " Tirkiye welatê Sûryaniyan e û Manastira Mor Gabrîel ne dagirker e."