Endamê Meclîsa Şaredariya Sodertalje Metîn Rhawî got ku şermezarkirina komkujiya Til Temir û Xaburê têrî rawestandina komkujiyan nake û wiha axivî: “Gelek ji xaka wan tê sûrgunkirin, tê qetilirin. Gelo wê cîhan heta kengî wek temaşevan bimîne? Nêzî 200-300 mirov hatine revandin û der barê aqûbeta wan de tu tiştek nayê zanîn. YE’yê bo ewlehiya Sûryaniyên Deşta Nînovayê biryara avakirina herêma bi ewle girt. Em dixwazin heman biryar bo Hesekê û Tîl Temir jî bê girtin.“


Komkujî ji bo me ne qeder e

Berdevkê Federasyona Keldanî Bahnam Jabou  got: “Em ji bo ku nîşan bidin Asûrî-Sûryanî ne tenê ne, ketin grevê. Emê gelê herêmî û qedîm yê wê herêmê ne.  Di 1915’an de gelê me rastî qirkirinan hat. Ji xaka wan hatin sûrgunkirin. Me Xiristiyan, Asurî-Sûryaniya pir qurban dan. Cîhanê ew temaşekirin.”

Nûnerê Komeleya Çanda Mezopotamya Kenan Kerîmo got gelê Asuî-Sûryanî bi rîska tûnebûnê re rû bi rû ne û got tevgera Azadiya Kurd li dijî van êrîşan xwedî li gelên xwe derket. Cîhan li dijî êrîşên li ser Sûryaniyan temaşevan dimîne. Divê NE û YE demildest bikevin nava tevgerê.”


29’ê Adarê wê meşekê lidarbixin

Çalakgeran da zanîn ku di 29’ê Adarê de jî li navçeya Sodertalje bi armanca piştgiriya berxwedêrên Tîl Temir û Hesekê wê meş û mîtîngekê pêk bînin û banga tevlibûnê kirin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Xiristiyan Robert Halef jî  bi pêşnûme pirsekê komkujî û êrîşên li Til Temir û Xaburê bir parlamentoya Swêdê û got ji bo pêkanîna biryara avabûna herêma bi ewle, bila pêngavên şênber bên avêtin.

Halef diyar kir ku parlamenterê Yekitiya Ewropayê Lars Aduksson re li kampên penaberan yên Iraqê geriyane û bi lîderên Kurd û Asûrî re axivîne. Halef destnîşan kir ku  Asûrî-Sûryanî di nava xemgîniyê de bûne û hikûmeta Bexdayê bo parastina Xiristiyanan tedbîra leşkerî nagirin.


MURAT KUSEYRÎ/ANF/STOCKHOLM