Garbo, piştî mirina bavê xwe, ji bo debara malbata xwe bike di 14 saliya xwe de dest bi kar kir. Jiyana wê, piştî ku derhêner Mauritz Stiller ew nas kir, guherî. Di salên 1930´î de bû yek ji hunermendên ku herî zêde Hollywoodê dixwest pê re bixebite. Her weha di vê demê de bû yek ji hunermendên herî zêde pere qezenc dikir.

Hunermendên sînema û wênegirên Swêdî, ji bo vê hunermenda Swêdî bi nifşên ciwan bidin naskirin, biryar dan hin çalakiyan li dar bixin. Li hin bajaran pêşangehên wêneyan hatin vekirin û li sînemayan fîlmên Greta Garbo hatin nîşandan.


Heta niha li cihekî nehatiye weşandin

Li Muzeya Wêneyan a li Stockholmê jî bi sedan wêneyên ku di nav de wêneyên Garbo yên heta niha nehatî dîtin jî tên nîşandan. Hunermend Lars Nordîn, ji bo vekirina pêşangeheke bi vî rengî ev 20 sal in wêne, beşek ji alav, afîşên vê hunermendê, her weha pirtûkên têkildarî, dide hev.

Li pêşangehê, wêneyê 9 saliya Garbo û wêneyên bi hevalên wê yên li dibistanê re kişandî, ku heta niha li cihekî nehatiye weşandin, cih digirin. Pêşangeha ku di 23’ê Hezîrane de hat vekirin wê heta 22’ê Tebaxê vekirî be.


Peykerê wê li daristanê danîn

Hunermendan, ji bo balê bikişînin ser jiyan û hunera Garbo biryar dan peykerekî jî çêkin. Peykerê Garbo ya fediyokî û hez nedikir di medyayê de cih bigire, li kesayeta wê tê, li daristanekê danîn.

Peykeltraşê Îzlandî Jon Leîfsson peykerê ji 500 kîlogramî çêkir, ev peyker bi helîkopterê birin Daristana Harjedalê û li wir danîn. Ji ber ku cihê lê ji dayikbûyî ye, navê Stockholmê li vî cihê peyker lê çikandî, hat kirin. Lê belê ti lewha û îşaretên cihê peyker nîşan didin, nînin. Mirovên dixwazin peyker bibînin, divê bi xwe bi ser cih ve bibe.

Hunermend Garbo ya ne zewicî û zarokên wê tinebûn, sala 1990’î li New Yorkê bi tenê jiyana xwe ji dest da. Termê Garbo hat şewitandin û xweliyên wê anîn Stockholmê. Xwelî li goristana Skogkyrkogardenê hat veşartin.



MÛRAT KÛSEYRÎ/STOCKHOLM