MÛRAT KÛSEYRÎ / STOCKHOLM
Zextên Rêveberiya Herêma Kurdistanê û êrişên dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê li Parlementoya Swêdê bi panelekê hate nîqaşkirin.
Parlementera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, parlementerê Partiya Karkerên Sosyal Demokrat Anders Osterberg, parlementerê Partiya Lîberal Marîa Nîllson, rojnamevanên ji Başûrê Kurdistanê Şerwan Şerwanî, çalakgera jin a ji Başûrê Kurdistanê Tara Huseyîn di panelê de axivîn.
Dewlet dikuje kes dengê xwe nake!
Kakabaveh diyar kir ku Kurd ne bi tenê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê, li hemberî zext û êrişên Tirkiye, Sûriye û Îranê jî li ber xwe didin û bal kişand ser êrişên dewleta Tirk yên li Başûrê Kurdistanê.
Warên xwe berdidin
Rojnamevan Şerwan Şerwanî jî diyar kir ku gelên li Başûrê Kurdistanê di bin zext û êrîşên Iraq, Tirkiye û Rêveberiya Herêma Kurdistanê de ne û got:”Ji ber vê jî dev ji warên xwe berdidin. Li Başûrê Kurdistanê rojnamevan, çalakger û parêzvanên mafê mirovan di bin zextan de ne tên girtin û qetilkirin.
Divê Swêd helwesta xwe diyar bike
Çalakger Tara Huseyîn jî got:”Zextên li Başûrê Kurdistanê ji medyayê û cîhanê tên veşartin. Dewleta Tirk piştgirî da çeteyên DAÎŞ’ê. Dema ku em niha li vir diaxivin, Tirkiye bomberdûmana xwe didomîne. Herî kêm 45 sivîl di êrişan de hatin kuştin. Dîrok û xweza tê talankirin. Cîhan li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng e. Divê Swêd li hemberî van êrişan helwesta xwe diyar bike.”
Em van zextan qebûl nakin
Parlementera Partiya Lîberal Marîa Nîlsson jî got; ”Partiya me piştgiriyê dide Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê. Em van zext û binpêkirinên li ser mafê mirovan qebûl nakin. Tirkiye ji bo tunekirina Kurdan her tiştî dike. Ez ê vê meseleyê bibim rojeva parlementoyê.”
Me dewleta Tirk rexne kir
Parlementera Partiya Karkerên Sosyal Demokrat Anders Osterberg jî diyar kir ku wan gelek caran êriş û zextên dewleta Tirk rexne kirine û dagirkeriya Efrîne xistine rojeva Neteweyên Yekbûyî.