
Di kovarê de argûmanên ji bo Amînehê ew in ku wê bi çalakî û gotinên xwe bal kişandiye ser zextên ji ber radîkalîzmê, eşîrtiyê û namûsê ku Swêd naxwaze bikeve rojevê û ji ber vê jî berdêl dane û ji ber vê jî “Swêdiya Salê” hatiye hilbijartin. Kakabaveh serokatiya dezgeha femînîst a bi navê “Ne Fahîşe Ne Kole” ya li dijî nîjadperestiyê dike, li gel nasnameya wê ya sosyalîst, marksîst û femînîst, bi têkoşîna xwe ya li dijî zextên qaşo li ser navê namûs û toreyê tê nasîn.
Kovara Fokusê jî hevpeyvînek Amîneh re çêkir. Amîneh di hevpeyvîna xwe de dibêje, ji ber ku kovara lîberal Fokusê, marksîst û femînîstek wek “Swêdiya Salê” hilbijartiye, kêfxweş e. Kakabaveh, her wiha, yek ji wan parlamenteran e ku qetlîam, girtin, binpêkirinên azadiya îfadeyê û mafên mirovan ên li Tirkiye û Kurdistanê, xistiye rojeva Parlamentoya Swêdê û daxwaz kiriye ku PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ bê derxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN