• Di warê çandê de jî reqseke ewqas ne biyanî ye ji ber ku mirov ji bo kêfxweşî û dilşahiyê direqisin. Pêdiviya me gelekî bi dilşahiyê heye. Reqs di heman demê de bi awayekî hest û ramanan tîne ziman. Reqs teşeyeke xwepênasekirinê ye.
Mamosteya reqsê Ilgin Nazli Barutçu dibêje, reqs teşeyeke xwepênasekirinê ye û got, “Reqs di jiyana mirovan de xwedî cihekî taybet e. Reqs di heman demê de hest û fikran jî tîne ziman. Gelek cureyên reqsê hene. Wekî nimûne govend û swing jî cureyê reqsê ne. Her cih li gorî xwe hestên xwe bi cureyên xwe yên reqsê tîne ziman.” Reqsa swingê bi muzîka jazzê tê kirin û di navbera salên 1920-1950’î de li Emerîkayê bi pêş ketiye. Koka vê reqsê xwe digihîne çanda reqsên Efro-Emerîkî ku li bajarê Harlemê yê Emerîkayê derketiye. Ango ev cureyê reqsê di nav pêvajoya pirsgirêkên civakî yên wekî nijadperestî û cinsiyetperestiyê de derketiye holê. Reqsa swingê ji ber qeyrana mezin û şerê cîhanê yê duyemîn tê ber nemanê, lê belê di salên 1980’yî de ji nû ve zindî dibe û li Ewrûpayê hemûyî belav dibe. Swing reqseke kolanan e lê bi demê re li salonan bi orkestrayên mezin jî tê kirin. Ilgin Nazli Barutçu jî mamosteya swingê ye. Ew 2010’an bi komeke piçûk re dest bi vê dansê dike. Niha kesên vê reqsê dikin gelek in. Sala 2017’an tevî mamosteyê swingê Hakan Durak, biryarê dide ku li Amedê dest bi dersdayîna reqsa swingê bikin. Bi atolyeyan dest bi xebata reqsê dikin û bi awayekî bi rêk û pêk heta niha dersên reqsa swingê didin. Lê niha ji ber pandemiya Vîrusa Koronayê xebatên wan hatine sekinandin.   Xwepênasekirina bi reqsê Ilgîn Nazli dibêje, ew hewl dide perwerdekeran bigihîne. Ew bi bîr dixe ku wan komeleyeke Jazzê jî vekiribû, li Êlihê wan dest bi dersên Swîngê kiribû û wan plan dikir li Mêrdînê jî dersan bidin. Nazli dibêje, reqsê li Bakurê Kurdistanê gelekî bala xelkê biriye ser xwe û wiha dewam dike: “Di warê çandê de jî reqseke ewqas ne biyanî ye ji ber ku mirov ji bo kêfxweşî û dilşahiyê direqisin. Pêdiviya me gelekî bi dilşahiyê heye. Reqs di heman demê de bi awayekî hest û ramanan tîne ziman. Reqs teşeyeke xwepênasekirinê ye. Gelek cureyên reqsê hene. Wekî nimûne, govend û swing jî her yekî cureyekî reqsê ne. Her cih li gorî xwe hestên xwe bi cureyên xwe yên reqsê tîne ziman. Naskirina çandên cuda ne xirab e, dewlemendî ye. Em jî li Amedê xebatên xwe bi zimanê Kurdî dikin û em ji bo fêrbûna zimanê kurdî hewl didin.” Dixwazin komele ji nû ve vebe Nazli di dawiyê de dibêje, ew dixwazin ji nû ve dersên xwe bidin: “Di pêvajoya pandemiyê de me reqsên xwe betal kirin, ji ber ku reqs bi kombûnê dibe, lewra em jî bi fikar bûn. Komeleya me ji 13’ê Adarê ve girtiye. Ew ne tenê ji hêla manewî di heman demê de ji aliyê debarê de jî li ser me bandorê dike. Me jî bi rêya perwerdeyên online ders dan, lê ew jî bêguman têrî nake. Em dixwazin di demeke kurt de dîsa xebatên xwe dewam bikin.” n JINNEWS/AMED