Wezareta Aboriyê ya Swîsreyê di sala 2017’an de firotina çekan a ji 21 welatan sekinand. Di nav van welatan de Tirkiye jî heye.

Wezareta Aboriyê diyar kir ku wan par 48 daxwazên têkildarî materyalên şer red kirine. Ev daxwaz ji 21 welatan hatine. Di nav wan de Tirkiye, Meksîka, Emîrtiya Ereban a Yekbûyî, Kuweyt û Erebistana Siûdî jî hene.

Rojnameya Le Matin Dimanche ji bo vê lîsteyê got, “48 bûyer lîsteyeke gelekî dirêj e û du caran ji yên salên bihurî zêdetir in.” Hate ragihandin ku mîqdara bi pere ya van malzemeyên eskerî nêzî 20 milyon frankî ye.

Şirket beriya ku çekan bifiroşin welatan, li gorî qanûnên Swîsreyê divê ji Wezareta Aboriyê destûrê bixwazin. Wezaret destûra vê firotin û îxracatê dide.

Şirketên ku salên borî daxwazên wan hatine redkirin, xwestine ku wesayîtên zirxî û cebilxaneyan bifiroşin Tirkiyeyê. Wezaretê firotina guleyên hawanê ya ji bo Kuweytê asteng kir û destûr neda ku şirket çek, bombe û guleyan bifiroşin Meksîkayê.

Wezareta Aboriyê nedixwest têkildarî îxracata çekan daxuyaniyê bide. Lê Dadgeha Federal biryar da ku divê wezaret bi awayekî şefaf be.

Rêveberiya Swîsreyê dikeve fikaran ku weşandina agahiyên têkildarî firotina çekan, gelek welatan aciz bike. Ji ber ku gelek ji van welatan, bi awayekî veşartî çekan dikirin.

n ANF/CENEVRE