Wezîra Dadê ya Swîsreyê Simonetta Sommaruga bi daxuyaniyeke çapemeniyê guhertinên tê payin di qanûna penaberan de pêk werin ji raya giştî re ragihandin. Li gor sererastkirina nû şertekî bigehîn ji bo mayina li Swîsreyê zanebûna zinamekî ji yê li Swîsreyê derbasdar e. Simonetta Sommaruga ragihand ku heta 23'ê Adar a 2012'an dê di Qanûna Koçberî û Hevdengiyê de 5 sererastkirinên nû pêk werin û diyarkir ku mijar dê ji her alî ve were nûkirin. Li gor qanûnên nû girtina mafê penaberiyê li Swîsreyê zahmet dibe.

Hewldan ji bo entegrasyona jinan
Wezir Simonetta Sommaruga destnîşan kir ku ji bo entegrasyona jinên koçber ewê xabatên taybet bidin meşandin. Li gor daxuyaniya çapameniyê ya hate dayin di qanûna nû ya derbarê koçberan de li Swîsreyê ev guhertin dê pêk werin:
-  Ji bo destûra mafê rûniştinê yê daîmî û demborî tevî zanebûna ziman hevdegniya bi nirxên Swîsreyê jî dê li ber çavan were girtin.
- Ji bo tevahiya koçberan pêwistiya zanebûna zimanekî li Swîsreyê derbasdar dê were danîn. Bi kursên zimen ev yek dê were teşwîq kirin.
- Yên di trafîkê de gelekî bi lez erebeyan diajon, her wiha yên ji wekheviya jin û mêr ne bawer dê dema rûniştinê ya li Swîsreyê neyê zêde kirin. 
- Yên kar nakin, alîkariya civakî ji xwe re kirine şêwazekî jiyanê û her wiha yên gelek caran bêkar xwe dihêlin û alîkariya bêkariyê digirin dê mafê rûniştinê ji bo wan neyê dirêjkirin.
- Di gihandina hev a  malbatê de şertê zanîna ziman dê were danîn.

Wezîra Dadê ya Swîsreyê Simonetta Sommaruga ragihand ku ji bo pêkanîna polîtîkayên di qanûna nû de werin diyarkirin ji sala 2014'an û pêde bûdçeyeke 110 milyon frang dê were veqetandin.

BERN