ALÎ OZŞERÎK / BERN
Hejmarên firotina sîlehan ên Swîsreyê hatin eşkerekirin. Li gorî daneyên Wezareta Aboriyê ya Swîsreyê (SECO) sala 2019´an bi buhayê 728 milyon Frankî sîleh firotine.
Ji sala 2011´an ve ev hejmara herî zêde ye. Di nava welatên sîleh ji Swîsreyê kirî de Bangladeş, Pakistan, Malezya, Bahreyn û Erebistana Suûdî jî hene ku di nava şer û arîşeyan de ne.
Rêxistina Efûya Navneteweyî, Tevgera Swîsreya bê Artêş (GsoA) ji ber firotina sîlehan a ber bi van welatan û welatên weke Hindistan, Tirkiye û Pakistanê bi hişkî rexne dikin.
Sekreterê GSoA´yê Nadia Kuhn bi daxuyaniyekê got, “Divê êdî firotina sîlehan bê betalkirin ber bi wan welatan ve ku di şer û arîşeyan de yan jî welatên ku mafê mirovan cidî binpê dikin. Swîsre divê ne şerî, lê aştiyê îxrac bike.”
Rêxistinên mafê mirovan sala 2018´an bi kampanyayeke bi tesîr nefirotina sîlehan a ji bo Tirkiyeyê, bi hikûmeta Swîsrî dabûn minaqeşekirin, lê biryar nehatibû dayîn. Di dema van minaqeşeyan de Sekreteryaya Karên Aborî ya Dewletê daxuyaniyek dabû û gotibû, “Weke prensîp em ji ber şerê bi Kurdan re ji sala 2017´an ve destûrê nadin îxrackirina sîlehan ber bi Tirkiyeyê ve.” Li gorî îdîaya vê saziya dewletê, Swîsre parçeyên yedek difiroşe Tirkiyeyê.
Lê daneyên fermî nîşan didin ku rewş ne wisa ye. Sala 2017´an bi buhayê 640 hezar frankî, sala 2018’an bi bihayê 96 hezar frankan sîleh firotibûn Tirkiyeyê.