Di ser peymana Sykes-Picot re sed sal derbas bûn. Em dikarin bibêjin sed salên tijî şer, kuştin û wêrankirin li ser gelên li herêmê hatin meşandin. Gelan êşên giran ji ber van şeran kişandin. Ev êş û azarî di encama politîkayên parçekirin, komkujî û qirkirinên çandî û fîzikî de pêk hatin. Tevî ku sed sal jî derbas bûn, hîna jî ev şer û pevçûn nesekinîne. Çima? Dema em li bersiva vê pirsê bigerin, em ê encamên pirr bi tirsnak derxînin holê.
Dema ev peyman hat danîn, di navbera hêzên dagirkeriya cîhanî de li ser bingeha politîka Ingilîzan (ya parça bike û bi rêve bibe) hat çêkirin, ji bo rewa nîşan bidin jî hêzên hevkar yên weke axa, beg û şêxên gelên bindest jî beşdar kirin. Ew weke nûnerên gelan destnîşan kirin. Di vê çarçoveyê de bêyî îradeya gel û erdnîgariyê herêma Rojhilata Navîn hat dîzaynkirin.
Ev parçebûn ne tenê cografîk bû, di heman demê de di hêla demografîk, çînî, bawerî û etnîkî û zayendî de jî hate parçekirin. Ên ku ev parçebûn weke neçarî dîtin û xwe bi rewşa heyî berdan, di nava pergalê de heliyan û bûn gelên ku radestî pergalê bûne. Lê hinek gel, etnîsîte û baweriyan, her weha tekoşîna azadiya jinê di tevahiya vê sedsalê de nesekiniye û di oxira gihiştina azadiya xwe de tekoşîneke bê hempa bi rê ve biriye û berdêlên giranbûha dane.
Ev berxwedan û tekoşîn hîn jî berdewam e. Lê van hêzên dagirker her tim tekoşîna gelan ya azadiyê, kirmînalîze û terorîze kiriye, hinceta ku qirkirinê rewa bikê ava kirine û bi ser tekoşîna gelan ya li dijî vê peymanê de çûne. Lê belê di çarîka dawî ya sedsala 20´an de di pêşengiya tevgera azadiya Kurdistanê de, xeteke berxwedana bi zanistî derketî holê. Vê xeta berxwedanê dikarî bi rast xwendina doh, îro û siberojê, her weha dikarî bi projeyên gûncaw ên siyasî civakî parastin û her wekî din, dikarî bibe hêviya hemû gelan, baweriyan, jinan, kedkaran û ciwanan. Niha ev tekoşîn di hêla hêza xwe ya civakî, siyasî û parastinê de gihaye asteke pirr bilind û bûye faktorekî bingehîn. Bi vê sekna xwe ya bi bandor dikare di formul û guhertinên nû de bibe xwedî rol û tesîrê li hemû guhertinan bike, heta, bêyî vê hêzê tu guhertin ne gengaz e.
Niha ev guhartinên li ser asta cîhanê tên çêkirin, di encama krîza pergala sermeyadar de tê kirin. Ji bo sînorên netewe dewletê bixin bin kontrola xwe û sermayeya kapîtalîst bi awayekî bi ewleh û azad bigere, hemû cîhan xistine nava şer û pevçûnan. Li ser vê bingehê dixwazin herêmê ji nû ve dîzayn bikin. Niha naveda vî şerî Sûrî ye. Encama şerê Sûrî û modêla lê bê avakirin, wê tesîrê bike li ser tevahiya Rojhilata Navîn. Li gora wê jî wê peymana berê bê nûkirin.
Di dema peymana berê de dema amadekariya peymana Lozanê dihat kirin, Kurd û Kurdistan hatin perçekirin. Me bi dehê salan êşa vê parçebunê kişand. Lê vê carê Kurd niha pêşengiya xeta berxwedanê dikin û xwedî projeya netewa demokratîk a alternetîf in. Li ser erdê jî xwedî hêzeke mezin in ku di şerê li dijî DAIŞ´ê de xwe îspat kirine. Ew yekane hêz in ku dikarin bandora xwe li guhartinên li herêmê bikin. Bi vê hêza xwe bi hemû gelên din re jî di nava hevkariyê de ne. Bi tekoşîn û hêza xwe, em dikarin vê îtifaqê veguherînin, bikin îtifaqa navbera gelên herêmê û cîhanê. Bêguman, ev tekoşîneke zehmet e, lê çareyeke din jî nîne. An ev peyman wê bibe ya gelan, an jî wê nebe.