Der barê vê xebatê de Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, anî ziman ku li herêmê kurd dijîn û jiyana her kesî bi kurdî ye. Turk, da zanîn ku bi zagona hat guhertin û şûnde ew dê karibin êdî tîpên "X,W,Q" bikar bînin û ji bo vê yekê lez dan xebatên xwe. Turk, da zanûn ku ew dê nexşeyek bi kurdî çap bikin û navê hemû kolan, kuçe, gund û bajarokan bi kurdî li ser binivisin.


Welatî Kurdî dixwazin

Turk, da zanîn ku axa wan Kurdistan e û wiha got: "Ev rastiyeke li ser vê axê Kurdistanî dijîn. Gelê kurd li ser vê xakê dijî. Lê hemû tabela bi Tirkî hatine nivîsandin. Welatiyên li herêmê dijîn navê hemû kurdan bi kurdî dizanin, lê li ser hemû tabeleyan bi Tirkî hatiye nivîsandin. Dema welatî dikevin riyekê nizanin bi kuve diçin. Welatiyêh herêmê navê hemû gundan bi kurdî dizanin. Ji ber li ser tabelayan bi Tirkî nav hatine nivîsandin welatî zehmetiyan dikşînin. Piştî me li ser tabeleyan navên deveran bi Kurdî û Tirkî nivîsandin wê welatiyên rêwî bi hêsanî rêwîtiyê jî bikin."

Dê hemû biguherin

Turk, da zanîn ku li Qoserê nêzî 200 gund hene û wan navê 30 gundên li ser riyan guhertiye got, me di xebatên xwe de navê Ozan Hemido,Yakup ê Ermenî jî bibîr anî. Dîsa me navê Selman Dogru jî ji bîr nekir û navê wan li kolan û kuçeyan kir. Turk, da zanîn ku kengî bûn bajarê mezin dê navê hemû gundan biguherin û navê resen ê kurdî li hemuyan bikin.

DÎHA/MÊRDÎN