
Peykertraşê Kurd Neşet Ome, beriya bi demekê peykerê fermandarê efsanewî Mahsum Korkmaz (Egîd) çêkiribû, ev demek bû ku bi çêkirina peykerê têkoşera YPJ’ê Koçerîn Amara Cûdî re mijûl bû. Herî dawî peykereke ji hesin hat çêkirin. Peykerê hesinî wek tabloyekê di kombûna Rojava ya Hunera Şêwekaran de hatiye pêşkêşkirin. Ome da zanîn ku ji peykerekî zêdetir, wekî tabloyeke hesinî ye berhema wî û ji du beşan pêk hatiye. Wî beşa yekem weke wêneya rûyê Koçerîn Cûdî bi nav kir û ya duyemîn jî nav û dîroka şehadeta wê dide nîşan.
Hunermend Ome ji taxa Kaniya Kurdan a bajarê Kobanê ye. Ome eşkere kir ku Koçerîn Cûdî di 19’ê tebaxa 2016’an de di hemleya Meclisa Leşkerî ya Minbicê de şehîd bûye.
Ome diyar kir ku ew bi vê tabloyê beşdarî Kombûna Rojava ya Hunera Şêwekaran a 12’ê Gulanê bûye û eşkere kir ku xebatên çand û hunerê ji bo gelê Kurd girîng in û wiha pê de çû: “Tablo ji hesinê xam hatiye çêkirin û bi rengê reş û zêrîn hatiye boyaxkirin.”
Neşet Ome destnîşan kir ku piştî xebatên kombûna hunerê, tablo 16’ê Gulanê li salona sereke ya Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê hatiye daliqandin û ev diyariyeke ji bo hemû malbatên şehîdan.
ANHA/KOBANÊ