
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan dest nîşan kir ku hêna jî ew hewl didin şerekî bi sînor bimeşînin û bi xwînsarî tevdigerin.Karayilan rewşa heyî wiha nirxand: “Rast e, niha şerê dewleta Tirk û gelê Kurd heye. Dewlet dixwazen gelê Kurd bêhêz bike û teslîm bigire. Gelê Kurd jî mafê xwe yê xwezayî daxwaz dike. Şerê heyî yê vê yekê ye. Dema em vî şerî dimeşπînin de divê em yasayên şer ên navneteweyî, pîvanên mafê mirovan li ber çavan bigirin.“ Karayilan xwest çalakiyên li dij hêzên dewletê yên destê wan di xwîna gelê Kurd de jî bi şêwazî werin nirxandin. Karayilan bang li gelê Tirk kir ku li ser sedema despêkirina şer serê xwe biêşîne û ji Kurdan jî xwest ku li dij biryara seferberiyê ya li dij wan hatiye îlan kirin hişyar bin. Mudaxele û êrîşeke li ser Rêberê Gelê Kurd jî Karayilan mîna pêvajoyeke dehê salan a dijwariyê û harîtiyeke ku dikare bibe sedema ji holê rabûna jiyana yên biryarê didin binav kir.
‘Berpirsê vê xwînê AKP ye’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di dewama axaftina xwe de ji gelên Tirkiyeyê re got, “Lazim e bê zanîn; PKK ti carî nebûye alîgirê şer; niha jî ne alîgirê şer e. Lê belê eger tu rabe hemû mafên xwezayî yên gelekî tine bihesibîne û li ser bingeha şîdetê bixwaze tine bike, wê demê PKK wê li ber vê rabe. Lewma çi çalakiya li Beşîktaşê, çi şerê beriya wê û windahiyên her du aliyan, çi çalakiya dawî ya li dijî Tûgaya Komando ya Kayseriyê ku hê kesî li xwe negirtiye, lê tê texmînkirin ku TAK’ê kiriye; berprisyariya ti ji van, em nînin. Berpirsyar ew feraset e ku şer daye destpêkirin. Berpirsyar ew kes in ku di oxira desthilatdariya xwe de rijandina xwînê tercîh kirine. Ew jî rêveberiya AKP’ê ye.”
‘Polîs hêza şer e, ne bêguneh in’
Li ser hewldanên ku polîs û leşkerên di çalakiyan de dimirin weke ‘mirovên bêguneh’ nîşan didin, Karayilan ev nirxandin kir: “ Destê van hêzan di xwîna gelek mirovan de heye. Mînak; gelo Berkîn Elvan ê 15 salî, Ethem Sarisuluk ji aliyê van polîsan ve nehatin kuştin? Jina ciwan Dîlek Dogan li mala xwe ji aliyê van polîsan ve nehat kuştin? Ev hêzên zilmê ne, ku her roj bi ço, gaza îsotê şîdetê li civakê dikin û mirovan dikujin. Ev ne zarokên bêguneh in, hêza şer in. Eger li dijî vê hêzê, yên ku timî bûne hedef çalakiyek kiribe, divê ev çalakî di çarçoveya qanûna şer de bê dîtin.
Tûgaya Komando ya Kayseriyê, tûgayeke ku piraniya komkujiyên li Kurdistanê ji aliyê wê ve hatiye kirin. Eger ciwanekî Kurd rabû be li dijî vê hêzê çalakiyeke fedayî kiribe, gelo mafê kê ye ku tiştekî li dij bêje! Hin welatên Ewropayê û hêzên mîna wan, ku çalakiya li dijî vê tûgaya li Kurdistanê komkujiyan dike şermezar dikin, gelo xwedî li komkujiyên li Kurdistanê tên kirin derdikevin? Tûgayên bi vî rengî yên qetlîamker, dema li Kurdistanê teror dikrin gelo ev hêz li ku bûn, çima deng ji wan nehat! Ya ku di vê were dîtin ev e: Li Kurdistanê şerek heye, alî hene, her kes neçar e li gorî vê nêzîk bibe. Eger wê qala terorê bê kirin, wê demê terora dewletê heye ku li Kurdistanê bi hezaran mirov kuştiye Û bajar şewitandiye. Mînak îro li Helebê bi rastî jî drameke însanî heye, lê li Helebê mîna li Cizîrê mirovên birîndar bi benzînê bi saxî nehatiye şewitandin. Me tiştekî bi vî rengî li Helebê nedît. Rastî ewçend zelal û li pêş çavan e.”
‘Pîvanên şer ji bo me esas in‘
Ji bo çalakiyên TAK’ê jî endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan wiha axivî: “Min berî çend salan ji bo şehîdekî ji tevgera çep a Tirkiyeyê çalakiya fedayî kiribû ev tişt gotibû: ‘Mirovekî ji bo doza xwe canê xwe feda dike, ew mirov cihê rêzdariyê ye’. Dijminê te jî be, bi vî rengî ye. Û bêguman em ê xwedî li fedayiyên ciwan derkevin. Dibe ku rexneyên me hebin, ji xwe hene. Em gelek çalakiyên rêxistina TAK’ê rexne dikin. Me berê hin çalakiyên wan şermezar jî kir. Lê belê em her çalakiya TAK’ê nebaş nabînin. Mesela ev çalakiyên vê dawiyê, çalakiyên di çarçoveya qanûnên şer de hatine kirin e. Em çalakiyên li gorî hiqûqa şer a navneteweyî tên kirin, şaş nabînin.”
Tabûra Nemiran: Fedayiyên fedayiyan
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di dewama axaftina xwe ya li ser mijarê de xwest vê xalê bi taybetî bêje:
“Eger êrîşek li dijî Rêber Apo bibe, civaka me wê li ser bingeha ruhê qutbûnê rabe serhildanê û ev serhildan wê bi salan dewam bike. Tevî vê yekê, wê Tabûra Nemiran ku ji bo rewşên bi vî rengî hatiye birêxistinkirin bikeve dewrê. Tabûra Nemiran hucreyên razayî ne, hêzên fedayî ne ku timî di dewrê de en. Mirov dikarin ji wan re bêjin ‘fedayiyên fedayiyan’. Hêzeke di asteke bilindtir de xurtir in. Konsepta vê tabûrê jî ev e; ‘Hemû lîder û siyasetmedarên tevlî biryara êrîşa li dijî Rêber Apo bûne, tine bike, ji holê rake’. Bila kes nebêje ‘nikarin bikin’. Eger 4 fedayî bi hev re êrîşî lîderekî li meydanê daxive yan jî di konvoyê de ye bikin, gelo wê nikaribin encamê bigirin? Bêguman em naxwazin rewş bigihêje vê astê. Ya rast, em naxwazin li ser vê baxivin û li ser vê bifikirin. Lê belê divê em bînin bîra her kesî, ku ewlekariyeke bi vî rengî heye. Ev ne gef e, ev yek rastiyek e. Fedayiyên bi vî rengî hene. Dema em dibêjin ‘ev yek lîstina bi agir e’ em rewşê nanepixînin, em gefê li derdorê naxwin. Bila ti kes li vê nefikire. Lewma em bang li her kesî dikin, ku di vê mijarê de bi rasteqînî tevbigerin. Bi siyaseteke sorkirinê, encam bi dest nakeve.”
Stratejiya hevpar a Kurd
Karayilan li ser banga KCK’ê ya ji bo Kongreya Neteweyî got, “Piştî şerê heyî yê li Rojhilata Navîn, bêguman wê herêm ji nû ve bê dîzaynkirin. Ti tişt wê mîna berê nemîne. Kurd jî bûne xwedî derfetên gelekî girîng. Ji bo Kurd van derfetan bi kar bînin û mîna gelên cîran karibin zemîneke jiyana azad li ser axa xwe bafirînin, lazim e helwesteke neteweyî nîşan bidin. Êdî bes e! Bila stratejiyeke hevpar a Kurdan hebe. Pêwîste ev parçebûna ji hev êdî biqede. Dijminên gelê Kurd di vê demê de parçekirina Kurdan, xistina fîtneyê û derxistina şerekî navxweyî ji xwe re kirine stratejiyeke hevpar. Lazim e siyasetmedarên Kurd û hêzên welatparêz ên Kurd nekevin vê xefikê. Pêşîgirtina li xefikên bi vî rengî, bi polîtîkaya yekîtiya neteweyî dibe.”
Komeleyekê jî qebûl nake
Karayilan li ser hesabên şaş ên hêzên başûr difikirin bi têkiliya Tirkiyeyê re wê ji bo îlana serxwebûnê îkna bikin de jî wiha got: “Dewleta Tirk naxwaze tayekî porê serê gelê Kurd jî serbixwe be. Dibêjin ‘Wê dewleteke Kurd a serbixwe qebûl bike!’ Eger niyeteke xwe ya bi vî rengî hebûya, tevî ewqas rîskan êrîşî Rojava nedikir. Eger niyeteke xwe ya bi vî rengî hebûya, wê hewl bida bi Kurdên li nava xwe re bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bike.”
Li Sûriyeyê AKP û Erdogan têk çûn
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê û got, “Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê ji xwe têk çûye. Yên herî dawî li Helebê têk çûn, ne tenê El Nûra û hêza ji xwe re dibêje Artêşa Azad im. Di heman demê de AKP û Erdogan têk çûn.”
Karayilan destnîşan kir, Tirkiye ji bo pêşî xwegihandina hev a kantonên Efrîn û Kobanê bigire bi Rûsyayê re li hev kiriye û wiha dewam kir: “Di berdêla Helebê de Bab xwest. Yanî Heleb firot. Bi vî awayî dest ji hêzên ku jê re ‘birayên min e’ digot, berda. Li Helebê dor li wan hate girtin, ji xwe nekarîn li ber xwe bidin û têk çûn.”
Têkildarî daxuyaniyên rayedarên Tirk ên li ser Babê, ku weke serketineke mezin bi dest xistine nîşan didin, Karayilan ev nirxandin kir:
“Tirkiyeyê hê Bab bi dest nexistiye. Bab navçeyeke ji rêzê ye û hê nekarîne vê navçeyê bi dest bixin, yanî rewşa wan fiyasko ye. Di ser re rabidin vê yekê xweş dinepxiînin, dibêjin ‘Mertala Firatê ya li wê derê nizanim çawa, çawa bi pêş ve diçe’ Li wê derê performanseke gelekî binketî nîşan dan. Rastiya Babê ev e. Lê belê vê rastiyê ji civaka Tirkiyeyê vedişêrin.
AKP wê nikaribe pêşiya Kurdan bigire
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan da zanîn, li Rojhilata Navîn îro têkoşîneke giştî heye, her kes dixwaze cihekî bi dest bixe, bibe xwedî hêzek û got, “Eger rejîma AKP’ê bombeya atomê bavêje tevgera PKK’ê û hemû Kurdên li Bakurê Kurdistanê û tine bike jî, wê nikaribe pêşî li pêşveçûna Kurdan a li herêma Rojhilata Navîn bigire. Vaye wê li Başûrê Kurdistanê dewleta serbixwe were ragihandin. Statukya li Rojava êdî nikarin ji holê rakin. Di rewşa heyî de Hêzên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji sedî 29 ê xaka Sûriyeyê kontrol dikin. Ji xwe pêngava Reqayê di rojevê de ye. Eger Reqayê jî kontrol bike, wê bibe ji sedî 40 ê axa Sûriyeyê. Kes nikare vê ji nedîtî ve bê.”
DENİZ KENDAL / ANF / BEHDİNAN